Melayê Cizîrî – Ey şahidê qudsî veke bendê ji nîqabê

👁️ 2 Dîtin🖨️ Çap Bike

Ey şahidê qudsî veke bendê ji nîqabê
Ta çend we sergeşte bimînîn di hîcabê

Biskên ji herîrê tu ji nû mawerê lê ke
Zulfên ji ‘ebîrê şe ke bavê xem û tabê

Qiştên ji xwe çîn çîn bide ber misk û zubadê
Tayên di ‘îsabê bireşînin bi gulabê

Her yek bi hezar reng li bejna te sema tên
Xemrî û lef û şitrî û tayên di ‘îsabê

Min can yedê beyza ye ji ‘Îsa çi xeber dem
Min ateşê Mûsa diye gulnarê şerabê

Lillah were saqî bi du caman me cuwan ke
Mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê

‘Işqa me ji ber mewc û ‘ecacê bûye derya
Dê zêr û zeber ket me bi dest hind û xurabê

Neh çerxê sipihrê bi hewaya te we mihrê
Sergeşte ne ew jî bi me ra mislê hebabê

Min rê ji serabê bi şerabê bir û munkir
Hetta ebed teşneciger ma di serabê

Wer guh bide nayê ku şîrîn tête semayê
Pur hel kirine mes’ele vê feslê xîtabê

Cama ne şekerleb bi me det ‘eynê heram e
Fetwa we numa haşiyeya şerha Lubabê

Muftî me mey û nay e û ney qewlê qedîm in
Bawer te nihin guh bide ber çeng û rebabê

Berda me çi bazî binumêtin me ji sazê
Bendên ji sualê we kuşadên ji cewabê

Serpoş û qibaba min û tesbîh û musalla
Wer da bidurînîn li xwe vê perde nîqabê

Minnet ku ji bextê xwe we tali‘ bi nesîb im
Husna te ye îro ji me ra çûye nîsabê

Wek ba dilezînî tu kumêdî dibezînî
‘Umrê me ‘ezîzî bi Xudê bes ke şîtabê

Ya pê xwe ziyaret bi me dî ya serê şîrî
Destê xwe me havêtiye bêperde rikabê

Ez çûme serayê ku şîrînqed li semayê
Go ev ne Melayê me ye bêperde bila bê

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor