Melayê Cizîrî – Ey şehinşahê mu‘ezzem Heq nigehdarê te bî

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Ey şehinşahê mu‘ezzem Heq nigehdarê te bî
Sûreyê “Înna Fetehna” dewrê madarê te bî

Her kinarê pê ve wergêrî ‘inanê himmetê
Zuhre bî peykê te û Kêwan rikêbdarê te bî

Daîma menzilgeha sûra te bit burca şeref
Tali‘ê ferxende û bextê se‘îd yarê te bî

Seb‘eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê
Girdiş û dewrê ‘eceb der xizmet û karê te bî

Mahitaba dewletê yek pertewek şem‘a te bit
Afitaba ref‘etê berqek ji enwarê te bî

Lami‘a fetha ezel berqê ji ber tacê te det
Kewkeba Se‘da ebed necmek ji seyyarê te bî

Berqê subbûhî ku işraqê li sed canan didet
Ew ku keşfa dil diket remzek ji esrarê te bî

Rayeta fethê ji nesra te her menşûri bit
Şehsiwarê ferrê subhanî ‘elemdarê te bî

Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî

Ger çi der iqlîmê rabi‘ hate textê seltenet
Padişahên heft iqlîman selamkarê te bî

Çîmena sultaniyê yek laleyek baxê te bî
Gulşena xaqaniyê xarek ji gulzarê te bî

Ê ji emrê te’y mukerrem serkeşî ket şibit şem‘
Ser borî tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî

Şahibaz er çendî perwazê bi balayê [d]iket
Nê di nêv tora te û dê seydê şunqarê te bî

Şîrê pir heybet didêrit pir bi sehmê zêdeyî
Sa‘eta xeflet xweya bî dê kerê barê te bî

Her serê dewlet heyî dê her di nêv benda te bî
Her kesê ‘aqil bitin dê her ricukarê te bî

Ê divê azade bit dê çavnêrê lutfa te bî
Her kê istixna di dil, li bin minnet û barê te bî

Her kesê qestek di dil dê qest dergahê te ket
Ê di xatir ercûwek bî her rucakarê te bî

Ê ne dewletxwahê hezret bit ji nêva can û dil
Şubhetê ehlê şeqawet qehrê azarê te bî

Ma bi ‘îş û noş şahî ew qeder ‘umrê te bit
Çendekê salik di dewrê bêniyet ber karê te bî

Her kesê ne j’dil du‘ago û senaxwanê te bî
Girtiyê qeyda te û armancê nûbarê te bî

Medrekê ‘ilmê zemîrê şemmeyek wesfa te hat
Wer ne kî ‘alem bi şe’n û qedr û miqdarê te bî

Qest û daxwazik Melê daîm ji can û dil ev e
Her di benda xizmetê pêşdestê dîdarê te bî

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor