Melayê Cizîrî – Vê firqetê ebter kirîn feryad ji destê firqetê

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Vê firqetê ebter kirîn feryad ji destê firqetê
Jar û zeîf û zer kirîn feryad ji destê firqetê

Pur zer kirîn wek zêri mam çavên û zulfê pîri mam
Daîm li rê çavnêr mam feryad ji destê firqetê

Çavnêrê reftara te bûm muştaqê gulzara te bûm
Lew dûr ji dîdara te bûm feryad ji destê firqetê

Dûr bûm ji wê reft û ç[û]nê ji wan ‘işwe û guft û kenê
Nayê bi çavan min di dinê feryad ji destê firqetê

Dunya bi min mij bû xumam xew jî li çavan bû heram
‘Umrî bi vî halî heram feryad ji destê firqetê

Sa‘et li min têk sali bûn daîm li ser dest fali bûn
Herfên dihatin “dal”i bûn feryad ji destê firqetê

Îro tinê derhat “elîf” me‘na diçû bejna şerîf
Ya xar e lê kemxe’w qedîf feryad ji destê firqetê

Vê firqetê dil li min şewand cerhên qedîm dîsa kewand
Şîşeyên sor datewand feryad ji destê firqetê

Daxên me dîsa reş kirin yek yek ji nû ateş kirin
Lê zêde penc û şeş kirin feryad ji destê firqetê

Sewda û sews û gêj kirim pir hêstir û xwûn rêj kirim
Çendan we bûm lê hêj kirim feryad ji destê firqetê

Billah ji nale’w zariyan gezmên di wan xummariyan
Xew nagerîn şevtariyan feryad ji destê firqetê

Şev bû di nêv çeşmên me da hetta beşîr mizgîn we da
Dê bê seher şahê geda feryad ji destê firqetê

Mizgîn ku da min ev qeder rûha şîrîn min hate der
Pêlek li min ron bûn beser feryad ji destê firqetê

Ron bû bi dîdara te dil bû xerqê enwara te dil
Naret ji ferwara te dil feryad ji destê firqetê

Minnet me dildarê xwe dî dîsa ji nû yarê xwe dî
Sultan û xwundkarê xwe dî feryad ji destê firqetê

Reşkagulê sunbul çevîn minnet me dîsa xem revîn
Lew bû li dil hubb û evîn feryad ji destê firqetê

Derdê xedar bêm firqet e firqet ji can pur zehmet e
Ya sehl ku ‘aşiq rih det e feryad ji destê firqetê

Narê fîraq û sohtinê êşa xedenga nuhtinê
Pirs ken ji ‘uşşaqan tinê feryad ji destê firqetê

‘Aşiq ew in her dem mirin çendî ku di remzên dilber in
Keyber li dil min bihtir in feryad ji destê firqetê

Ya Reb bi dîdarê xwe key min wasilê yarê xwe key
Bes sotina yarê xwe key feryad ji destê firqetê

Me j’dost satek dûr nekey perkende û mehcûr nekey
Dîsan ji nû dil hûr nekey feryad ji destê firqetê

Axa riya dilber Mela bikşîn di çavan wek cela
Dîdar qismet bû hela feryad ji destê firqetê

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor