Melayê Cizîrî – Ger bidiya ew senema surcemîl

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Ger bidiya ew senema surcemîl
Nazilê ‘erdan nedibû Cibreîl

Min nezerek li husn û cemala te kir
Ayineyek dî me ji nûra Celîl

Lew ji lebê le‘lê te cam bû xecil
Badeyê engûr kuca selsebîl

Dîl hezar in te di bendê welê
Leyse lena ‘enke mecalu bedîl

Ma ena wehdî bike min muxremin
Kem leke qetlî şexefen min qebîl

Daruwê derdê me tu yî canê me
Hel bi siwe’l-wesli şifau’l-‘elîl

Sebr û sukûn çûni bi nêv Dicle da
Lew ji du çavan me dizên avê Nîl

Bes ku hine çeşme ji çeşman dizên
Murhu demin dem‘u ‘uyûnî bisîl

Pur me nezer da te ji ser ta qedem
Qed rece‘e’t-terfu we ‘eqlî kelîl

Mislê te ma bûne weya ma dibin
Roji tecella ye çi hacet delîl

Qed selebe’r-rûhu ‘ela xefletin
In heceme’l-qelbe bi terfi kehîl

Ger çi li ber derb û cefan fîl bûm
Bê mefer ez mati kirim şahi fîl

Can diderim, goti bi yek bûse de
Lê bibitin le‘lê şekerxa kefîl

Ger çi di nêv helqeyê şêran im ez
Leyse ‘eleyna li ‘idana sebîl

Zori Mela firqetê ebter kirîn
Inne mine’s-sa‘eti yewme’r-rehîl

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor