Melayê Cizîrî – Şahidê qudsînîşan husn ji remza ezel

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Şahidê qudsînîşan husn ji remza ezel
Da me bi destê surê camê meya lem yezel

Mey ku biçit saxerê hêj di destê dilberê
Sondê bi Xaliq dixwey Roj e di burca Hemel

Dêm di camê me dî sur di medamê me dî
Lew me ji meyxaneyê girtiye ber der mezel

Her ji kevanê bi weş qebzezerê goşereş
Gezme bi cot tên Melê kes dimirit bêecel

Husn û sura sûretê kes diderit qudretê
Lew di esil dûr e jê te‘neyê lemma feel

Zor bi tîb tên ‘Ereb têk çevandin qeseb
Qenc bi çavan me dîn xîli ne çar û xemel

Şîr û riman vêkra pençe birin têkra
Lîme diken jêkra qîme dikin dil digel

Nazik û qenca şepal dil vegerînit mehal
Lê me ji dil dil bidet dil bi me det muhtemel

Neyşeker û dêmdurê da me bi destê surê
Cam û qedeh şibet av lew me rewan tên xezel

Ger di çehvên Melê ‘eyn e du ‘alem fena
Zûne fena babikum innehu ‘ebdun eqel

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor