Melayê Cizîrî – Îro ji remza dêmdurê minnet ku min mesrûr e dil

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Îro ji remza dêmdurê minnet ku min mesrûr e dil
Dilber bi fincana surê mey da me û mexmûr e dil

Remzek nihîn avête dil mihrê ji batin mêhte dil
Şehzadeyê sur rêhte dil şehkaseya ferfûr e dil

Hostayê ‘işqê dil hevot ser ta qedem hindî disot
Remza “enelheq” her digot bawer bikin Mensûr e dil

Dil dê bidet nûra meyê weqtê sewaş û heyheyê
Fehm er biket wehya meyê jê det xeber me’mûr e dil

Nûra ji qudret lê du nûn jê ra dinalin erxenûn
Wer ayeta ‘işqê bixwûn xweşnusxeyek mestûr e dil

Tefsîrê sirra ayetê ‘arif divêtin guh detê
Raza rumûzên qudretê ger dê biket me‘zûr e dil

Dil Ke‘beya Mewla ye lê narê Kelîm îsaye lê
Bangê “enellah” daye lê hem Ke‘be û hem Tûr e dil

Sed co û sed cobar e tê sed gulşen û gulzar e tê
Çendan ji ‘işqê nar e tê safî nezer dî kûr e dil

Suhbet ku kamil bo berî carek bi cayê ‘enberê
Qelbê me bi avê mecmerê xweş‘enber û kafûr e dil

Şox û şepala leb ji qend ew nazika wey qenc û rend
Wê dil ji dil da der vexwend îro yeqîn Fexfûr e dil

Dil er ji te mesrûr bitin me dê ji Melê destûr bitin
Dê ket cehan pur nûr bitin lê daîma rencûr e dil

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor