Melayê Cizîrî – Min dî bi xeflet cam di kef Şahê Necef dil kir hedef
Min dî bi xeflet cam di kef Şahê Necef dil kir hedef
Roj hat şeref stêr bûne xef herçar teref nûra yeqeq
Zulmet nema suhbet we ma nûra şemalan çû sema
Lê ew dema zulf bûn cema hatin semayê yek neseq
Werdan gulav girtin xunav lê min tetav sotin hinav
Cerg û hinav zulfên belav lê bûn dav dav bend kir di gav
Nûra beser goft û xeber qend û şeker zulfan li ser
Xalên di qer bavê seher da bête der subha bi heq
Min ji mihriyan pur naliyan şevtariyan çeng bû meyan
Wer kuştiyan ji wan yengiyan bi wan tilliyan xweş key giyan
Kir şefqe mîr anîme bîr berdan me tîr kirme esîr
Negha feqîr zulfa herîr avêt şîr danî biçeq
Ey muşterî dêma zerî ne bi serserî bê can berî
Havêt serî gava berî lazim herî dî ev zerî
Telpê berê nîşamberê tîrawirê mujgînperê
‘Işqê sirrperî behr û berê avête rê ser ma qeleq
Min dî ji nû yar di newbê sundi e ew bêm bê direw
Me di qewsê bû wê [ew] şêvan lew nayê me xew
Hêstir rewan tên wek cowan tîr dan me wan reşebruwan
Dil wek gowan ber kaşowan serluluwan belgên wereq
Bejna şepal dêma bi xal î‘rab û dal qews û hilal
Neqşê celal cama zelal xemra helal suhbet bi hal
Ez telbeya aba heyatê bûn teyak û ji badeya
Cama xweyabû ‘işweya yar lew peyapey tên sebeq
Yar hat mest subha elest min dest bi dest dî cam di dest
Kagul dibest tayek verest vê ra şikest nîşan e qest
Ew lebşeker wa hate der ji ber tayên di ber da sor û zer
Xalên di qer zulf çûne ser le‘lan seher lê bû ‘ereq
Canê Melê ji qalûbelê bend im welê di wê kagulê
Belgên gulê rûheykelê ew misk e lê carek helê
Perde’w sutûr da bê qusûr bêtin zuhûr dêma bi nûr
Nûra Xefûr xalên di hûr cama tehûr le‘lên şefeq
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba