Melayê Cizîrî – Ismê te ye mektûbî di dîwanê qidem da
Ismê te ye mektûbî di dîwanê qidem da
Herfek qelemê ‘ilmê bi teqwîmê reqem da
Eşkal û xetên daîreyê nuqteyê ‘ilm in
Ev neqş û mîsalên di xeyalatê ‘edem da
Mîm metle‘ê şemsa ehed ayînesifet kir
Lami‘ ji ‘Ereb berqê li fe[xx]arê ‘Ecem da
Da şahidê esma bi hemî wechî binasîn
Yek mestê Semed kir bi yekî neqşê senem da
Yek girt bi zulfê we yekî xalê numayî
Ayîne bi Eskender û hem cam bi Cem da
Erwahê muqeddes şebê qedra[n] te dixwazin
Nûra te ye misbahê di qindîlê Herem da
Da weqtê lîqayê bi te hey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
Yaqûtfiroşan [d]i kef elmasi şikestin
Ev sefheyê elmasi ku neqqaşî qelem da
Ya Reb ji çi rû leb bi senaya te guşayem
Subhaneke len’n-uhsiye fî şe’nike hemda
Minnet ji Xudayê ku bi ‘ebdê xwo Melayî
Iksîrê xemê ‘işqê, ne dînar û direm da
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba