Gotinên bi tîpa A dest pê dikin
- A ji min kêm, guhar û xizêm.
- Adar e, dew li dar e.
- Agir ber piyê wî dibe av.
- Agir berda kayê, xwe da ber bayê.
- Agir berda komê, xwe da aliyê zomê.
- Agir berdayê, bîhna pîso jê nayê.
- Agir bi agir natemire.
- Agir bi çiyan dikeve ter û hişk tevde dişewite.
- Agir bi darên hûr hilkê!
- Agir bi erdê bikeve, gurzek pûşê wî/wê naşewite.
- Agir bi erdê dikeve, ter û hişk bi hev re dişewitin.
- Agir bi serê min ketiye, tu jî rûnê xwe li ber diqijirînî.
- Agir bigre rêlê ter û hişk wê pêk ve bişewitin.
- Agir davê devê xwe, dibê: “Hay jê ninîm.”
- Agir di kevnebizûtan de dimîne.
- Agir di qoc de ye.
- Agir girte mala derewîna kesî jê bawer nekir.
- Agir girte mala yekî şewitî, got: Ne her ew tîr ji keçan re nema!
- Agir girte mala yekî şewitî, yê din digot: Tu bi xwedê venemirîne da, ku kewên xwe bibirêjim.
- Agir girte mala yekî, yê din got: “Tu bi Xwede venemirîne, da ku (ez) kewên xwe bibirêjim.
- Agir girtî bû mala yekê, ya din serûpê li ber dikizirandin.
- Agir gula zivistanê ye.
- Agir ket mala derewînan, kesî bawer nekir.
- Agir ku pê girt, sil û ziha bi hevre dişewitin.
- Agir li mala derewîna ket, kesî je bawer nekir.
- Agir li qurma dimîne
- Agir pêkeve bîhna pîso jê nayê!
- Agir û pîşo li cem hev nabe
- Agir û pîşo li cem hev nabin.
- Agir zêr, xizanî jî mirovên mêrxas diceribîne. Seneca
- Agirê bin kayê ye.
- Agirê gamêşa, bû warê gelsê mêşa.
- Agirê kuçikan timî germ e, dereng sar dibe.
- Agirê xweş, agirê qurma ye.
- Agirî bi serê min ketî ye, tu jî firîke xwe liber dipijînî.
- Ahê bizina kol ji ya bi stû re namîne.
- Ahê sêwiya, namîne li ser zalima.
- Ahên bizina kol ji ya bi qiloç re namîne.
- Ahên vî destî namînin li vî destî.
- Alîkî şîn e, alîkî jî girîn e
- Alîkî şîn e, alîkî şayî ye.
- Amanet heya qîyamet!
- An em ê hemû bi hev re bêne bidardekirin, an jî em ê wan yek bi yek bi dar de bikin. Franklin
- An hero, an mero.
- An naçe aş an jî diçe aşvan dikuje.
- An naçe aş, an jî diçe aşvan dikuje.
- An wek xwe xwiya bike, an jî tu çawa xwiya dikî, wiha be. -Mewlana Celaledînê Rûmî-
- An were xwe pir bi hezkirin bide an jî here berî ku tu xwe pir bi hezkirin bidî.
- Anî ji deriya, da xêra miriya.
- Ap bi biraziyan re dike, xal bi xwarziyan re dike
- Apo ne gej e, tiştan dizane (dibîne) nabeje.
- Aqil ar e, hiş av e.
- Aqil derxistine firotinê her kesî aqilê xwe kirî.
- Aqil li seriya ye, ne li bejna ye.
- Aqil li seriyan e, ne li dirêjahiya çokan e.
- Aqil nayê firotin.
- Aqil ne ji mezinahiyê ye, ne ji biçûkayî ye.
- Aqil ne li bejnê ye, li serî ye.
- Aqil serdestî aqil e.
- Aqil sivik e, nig çapal e.
- Aqil tac e li serê meriya
- Aqil tacê zêrîn e, di serê hemû kesî de nîn e.
- Aqil tacekî zêrîn e, belê li serê hemî kesî nîne.
- Aqilê giran mû kêr dike.
- Aqilê kêm rê li ber mirov winda dike.
- Aqilê kêm riya xwar ber hevalê xwe dike.
- Aqilê kurî bi teyran re firî.
- Aqilê kurî se tê birî.
- Aqilê kurî, ceniya dêl.
- Aqilê meriv rêberê meriv e.
- Aqilê sivik barê giran e.
- Aqilê xwe bi nan u dew ve xwariye.
- Aqilmend timî kivş in.
- Ar di qutîkê kevn de ye.
- Ar ji kesê nezan re bar e.
- Arê kewa re, risqê buha re.
- Arê kewan e risqê betan e.
- Arê xwe pêtî ye, ariya xwe rêtiye
- Arvanê salê bi salê re biçe.
- Arvanê salê, di salê de diçe.
- Aş berdaye, dû çeqçeqê ketiye.
- Aş bi avê digere, mirov bi zimên.
- Aş çû li çeqçeqê dipirse.
- Aş çûye tu pirsa çeqeçeqokê dikî.
- Aş çûye tu pirsyara çeqçeqokê dikî!
- Aş digere qeraş xwe dipesine.
- Aş digere, qeraş pesnê xwe dide.
- Aş dike, aşvan dixwe.
- Aş şuxulê xwe dike, çeq-çeqok dev û diranê xwe dişkîne.
- Aşê dînan bê av digere.
- Aşê nezanan Xwedê digerîne.
- Aşekî bihêle, ku arvanê xwe lê bikî.
- Asteng bê derece nabin.
- Astenga mezin li derê mala mirovî ye.
- Aştiya herî nebaş jî ji şerê biheq çêtir e. Cicero
- Aşvan tûcar nabe poşman.
- Aşvanê aşê mîran bi xulam e.
- Av ava biçûkan, peyv peyva mezinan.
- Av awrazî naçe.
- Av bi bêjingê nayê civandin.
- Av bila te bibe, lê di ser pira namêrdan re derbas nebe.
- Av bisekine, ew nasekine
- Av çiqas di gola de bimîne ewqas jî genî dibe.
- Av çiqas di gola de bimîne, ewqas digemire.
- Av dere avaniyê.
- Av di cihê teng de deng dide.
- Av di golê de bimîne wê genî bibe.
- Av di golê de genî dibe.
- Av di serkaniyê de şêlû dibe.
- Av dikeve cihê teng, deng dide.
- Av girik bibe wê li hev keve.
- Av her tiştî dişo lê eybê naşo.
- Av heta nekeve ciyê teng, deng jê nayê.
- Av heya girik nebe zelal nabe.
- Av ji Nêrwanê û feyde li Taqyanê.
- Av li ciyê nizm diçe.
- Av li gewrî, gewrî xeniqî.
- Av rabû, sikir bilav bû.
- Av riya xwe bi xwe nas dike.
- Av riya xwe dibîne.
- Av ser avahiya diçe.
- Av û ar nabin yar.
- Av xwînê dişo, xwîn xwînê naşo.
- Av zane binav li ku ye.
- Av, ar û mar li cem hev nabin.
- Ava biçuk lê herikî, çêtir e ji ava mezin lê sekinî.
- Ava bîra bi tedbîra.
- Ava cemidî, ji kanian qut nabe.
- Ava da serî, çi bihustek çi çar tilî.
- Ava golan bê tevger e.
- Ava ser berûyê weke zavayê dilê xwesiyê.
- Ava şidiyayî metirse, ava nerm bitirse.
- Ava xwestî naçe hestî.
- Ava zimzim pêve dibezim.
- Ava zor hewraz diçe.
- Avahiya malan di destên jinan de ye.
- Avê aş biriye, teze pey çeqçeqê ketî.
- Avê da navê.
- Avê ku da serî, çi bihostek çi çar tilî.
- Avê re lîstik nabe.
- Avê, ku da li serî, çi bihustekî, çi çar tilî.
- Avêt paş guhe xwe.
- Ax û ava mirov li ku derê be, divê mirov li wir be.
- Ax û avayî nav û navdayî.
- Ax, azadî! Li ser navê te çi mirov têne kuştin! Mme Jeanne Roland
- Axa bi xula me, xulam bi olam e.
- Axa gote mitrib: “Ezê rabim li te xim.” Mitrib got: “Axayê min ezê rûnim.”
- Axa jin û mêr ne ji hev be tev nagere.
- Axa jin û mêran ji hev e.
- Axa kendalan dibe tezahiya malan.
- Axa li kêfê ye, malê bin berfê ye.
- Axa li kêfê ye, xulam li zecre ye.
- Axa mala mirov ji cewahirê xelkê xweştir e.
- Axa mala mirov ji cewherên xelkê çêtir e.
- Axa xûlam re got, xûlam seyê xwe re got, se jî dêla xwe re got.
- Axa, leglegê nêr, ji leglegê mê ferx dike.
- Axayê me bû pilo, şîva kerê me bû çilo.
- Axayê me, Om e, xwelî li serê me kom e.
- Axayê sipîxur bê xulam dimîne.
- Axir- aqubet heta devê gorê ye.
- Axirî heta devê gorê ye.
- Axiriya xêr, ji sibê de xêr e.
- Ayşikê ji xwe şikê.
- Azadî bi tenê li cihên ku gel hukûmetê kontrol dikin, heye. Woodrow Wilson
- Azadî, xweştir e ji hemû tiştî.
- Azadiya mirov di helwesta mirov de veşartiye. -Jean Paul Sartre-
- Azadiya mirov, bi destpêkirina azadiya cîranên mirov ve dawî tê. F. W. Karrar
- Azebê mala xwe be, paşê yê xelkê be!