Gotinên bi tîpa M dest pê dikin
- Mal kêmasiya mirov dinixumîne.
- Mal mekteb e.
- Mal xizan e, kebanî nezan e.
- Malê kesî li kesî helal nabe.
- Malê te hebe, herkes dostê te ye.
- Maleke bê pirtûk mîna gewdeyekî bê ruh e. Cicero
- Malika mefûna ji ber ya zordaran wêran dibe.
- Malikê min e, holikê min e.
- Malxwedî ket destê kurî, rizqê salê sê car birî.
- Malxwedî ket di destê jinê de karik birî û berxik hîşt li bin livayê de.
- Malxwediyê kule ye, mêvanê xwe ye.
- Mana sergîna çû gundê Mexîna.
- Mange bi dizî bê ga jî dê eşkere bizê.
- Mar bê jahr nabe.
- Mar bê jehr nîne.
- Mar bi marîtiya xwe axê bi qinatî dixwe.
- Mar dibêje: Min dikujî dujminatî, min çalke dostî.
- Mar e, ne cih û ne war e.
- Mar ji pîjanê nexweş bû, li ber derê kuna wî ew şîn bû.
- Mar ji pûngê direve, pûng li ber hêlîna mar hêşîn dibe.
- Mar pak bûya lingê wî nediketin zik.
- Mar pûngê heznake, pûng ber qula wî de şîn dibe.
- Mar qula xwe nas dike.
- Mar, ku mar e, ser avê li meriyan naxe.
- Marê gestî ji werîsî ditirse.
- Marê ku got “ez naxwim” tu jê bitirse.
- Marîfeta kerê zîqîna wê ye.
- Marîkor (koremar) avsînê nagire.
- Masî di behrê de mezin dibe.
- Masî di golan de bazar nabe.
- Masî di golan de gir dibin.
- Masî ji serî de xirab dibe.
- Masî li golan de nabin hût.
- Masî û mêvan di sê rojan de kevin dibin. John Lyly
- Masiyê ku ji avê derketî ji agir natirse.
- Me got em poz paqij kin, vê neqlê me çav derxist.
- Mebin dijminê xeraban, bibin dijminê xerabiyê.
- Mêr bi navê xwe, teyr bi refê xwe, birûsk bi zeriya xwe, şêr bi lepê xwe, zilam bi cîraniya xwe li dinê dimînin.
- Mêr bi navê xwe, teyr bi refê xwe, birûsk bi zerya xwe, şêr bi lepê xwe, zilam bi cîraniya xwe li dinê dimînin.
- Mêr bi tenê dimire, ga bi serbarê dimire.
- Mêr bi tenê tê kuştin.
- Mêr dibî mêrekî çê be, yan bimire ji halê xwe xilas be.
- Mêr ew e ku birîna xwe bi destê xwe derman bike.
- Mêr ew e, ku bibe xwedanê gilîyê xwe.
- Mêr ew e, ku birîna xwe destê xwe derman dike.
- Mêr got: “Ez”, jinê got: “Ez”, min tu xapandî.
- Mêr heft salan çû seferê zivirî hat her kerê berê.
- Mêr hene, merik hene.
- Mêr ji jinên zane nefret dikin. Tennyson
- Mêr jiyanê pir zû, jin jî pir dereng nas dikin. Oscar Wilde
- Mêr kanî ye, pîrek birk e.
- Mêr ne guhar e, wekî merî guhê xwe de ke.
- Mêr ne gulek e di ber serê xwe re kî.
- Mêr xulamê mala xwe, mêrxas xulamê ala xwe ye.
- Mêr, ku heye carna rovî ye, carna şêr.
- Mêr, mêran nasdike, çûk paldima keran nas dike.
- Mêran mêr dikuştin, Cibo ûr dişûştin.
- Mêran xwe avêtin kewaran, jin şandin hewaran.
- Mêrê bê bext, pir be jî, di ser re derbas nebe.
- Mêrê camêr nakeve tora namerda.
- Merê çê bi lepê xwe ye.
- Mêrê çê li dengê xwe tê.
- Mêrê çê sergêr e, mêrê xirab bingêr e.
- Mêrê mêr dikare mêrê kotî berde, mêrê kotî nikare mêrê mêr berde.
- Mêrê mêr, meriya dikuje û çal jî dike.
- Mêrê mêrxwas ji dûr ve kivş e.
- Mêrê mêrxwas, timî bi destê mêrê ne qenc diçe.
- Mêrê ne qenc du caran şer dixwaze.
- Mêrê qels du caran şer dixwaze.
- Mêrê qolayî dikeve tengiyê çavê jina xwe dinhêre.
- Mêrê, mêr be, gem û dîzgînê timê dis dest de be.
- Mêrekî baş divê êvaran berî her kesî ranezê û sibehan piştî her kesî ranebe. Balzac
- Mêrekî kerr û jineke kor, jinûmêrekî dilşa ne. -Gotinek Danîmarkî-
- Meriv ber ziyaretê here dûr û nezîk yek e.
- Meriv bi carekê qûnek nabe!
- Meriv bi pirsê diçe Qersê.
- Meriv bikeve tora merdan, nekeve tora namerdan.
- Meriv çarixan ji sayan re nadûre.
- Meriv carna ji yarê dayika xwe re dibêje yabo!
- Meriv çiqas dewletî dibe, ewqas çirûk dibe.
- Meriv di Quranê de jî şaş dibe.
- Meriv dikeve tengiyê, yarê diya xwe re dibê “bavo”.
- Meriv dostê diya xwe re bavo dibêjî.
- Meriv dûmka dirêj digîhîje mirazan.
- Meriv ji birîna xwe dihewise hekîmiyê.
- Meriv ji neçariyê mirîşkê dixwe.
- Meriv keviran davêje birca belek, navêje sepeta rêxê.
- Meriv li ber kaniyê tî namîne.
- Meriv linga bişemite, tê ser xwe, lê ziman bişemite nayê ser xwe.
- Meriv mêr be, sed û hezar yek in.
- Meriv nebîne zehmet, naxwe nîmet.
- Meriv tengiyê de pewîst nîne deriyê nemerdan veneke
- Meriv xirabiyê neke, xirabî nayê pêşiya meriv.
- Meriv, ku zû diçe dibêjin: “Ewî pîç e” lê ku hêdî diçe dibêjin “Ewî gêj e”.
- Merivan re kur hergav dikarin bibin, lê bra na.
- Merivê bê xwedî heye, malê bê xwedî tûne ye.
- Merivê bi abor ji abora xwe şerm dike, lê merivê bê abor wê ji çi şerm bike.
- Merivê bi hêrs rabû yê bi zirar rûne.
- Merivê har yê bi ser kera xwe de bikeve.
- Merivê heyfa wî berxwa wî hat, ew, kubabê naxwe.
- Merivê ker, ava bin kayê ye.
- Merivê, ku ji gur tirsiya pewîst e pez xwedî neke.
- Merivê, ku zû diçe zû diweste.
- Merivên nefsbiçûk qet behsa xwe nakin. La Bruyer
- Meriyê diz ji xwe şik e.
- Meriyê ecel tê, çeng û per tê.
- Meriyê henekkar wî re heye cîh.
- Meriyê kin ji xwe re razî ye.
- Meriyê koçerî jê dûr e rençberî.
- Meriyê lal jê meke sual.
- Meriyê mêr bi ser şora xwe tê.
- Meriyê merivan ber keviran radibin.
- Meriyê meriya çiqas xirab be, zêrê meriyatî veşartî ye.
- Meriyê meriyan re bazar nabe.
- Meriyê nemerd bibe pire jî, ser re derbaz nebe.
- Meriyê pêşekar tû caran birçî namîne.
- Meriyê te bibe kevir jî lingê te nakeve.
- Meriyê teze dewletî bû, pere jê deyn meke.
- Meriyê tima malê xwe naxwe.
- Meriyê xayîn re megere.
- Meriyê xerîb bike teklîf.
- Meriyê xwe şik zû sil dibe.
- Meriyê, ku hindik nizane, pir jî nizane.
- Mertalê wî, rûyê wî ye.
- Merzelê kerê zikê gur e.
- Mêş hene hingiv çêdikin, mêş hene hingiv dixwin.
- Meşa gû li gû datîne.
- Metê du gun pêva hebûna wê bigotana Mamo.
- Meydanê şer bisekine, bile şêr te bixwin, mekeve taldê rovî.
- Meymûn çavê diya xwe de xezal e.
- Meymûn li çavê diya xwe de kifş e.
- Mezin bibe ker, gerek mirov nede ser.
- Mezin li malê tune be pişta xwe bide kevirekî.
- Mezin qedrê mezinan dizane.
- Mezinan got, biçûkan firot.
- Mezinê malê xwedê malê ye.
- Mih bûn kavir, kavir bûn vir.
- Min li ku benderuhek dîtibe, ew dixwaze li wir bi hêz bibe. Nietzsche
- Min pirtûkên xwe neafirandine, wan ez afirandime. Montaigne
- Mîna hûn ji xwe re hevalekî dineqînin, nivîskarê xwe jî wilo bineqînin. Roscommon
- Mîr dimire, evdal dimîne.
- Mîr muhtacê gavan û şûjinê jî dibe.
- Mirazê bê dil mîna baxê bê gul, mîna kirasê bê mil, mîna gayê bê cil e.
- Mirazê min bi dil be, ber seriyê min kevir be.
- Mirî ber bi qebrê dibirin, temê mirî ber bi malê bû.
- Mirî bi definkirinê, kar jî bi kirinê.
- Mirî bi xêr be, mele yê bi xwe bê ser.
- Mirî bi xêr be, mirîşo bi xwe tê.
- Mirî hew zanin, zendî hewle dixwin.
- Mirî heye hewcê şînê nîn e.
- Mirî ne melûn be gor lê teng nabe.
- Mirî, kevirê bin bîrê ye.
- Mirin bera sor e, li ber derê hemû kesî ye.
- Mirin bi hevalan re xweş e.
- Mirin çeka cindiyan e hemû kes wê yê xwe ke.
- Mirin çêtir e ji feqîriyê.
- Mirin mirin e, xire-xir çi ye?
- Mirin rojek e, şîn sê roj in.
- Mirina bê wext def- dawet e.
- Mirina dewletiyan ji bona mele mizgîn e, mirina kesîba ji bona mele şîn e.
- Mirina hespê ji ceh be.
- Mirinê dibîne, bi tayê qayîl dibe.
- Mirîşk çerçî ye, tu yê bidêyî, tu yê jê bistînî.
- Mirîşk hêkan dike û birih bi dîk dikeve.
- Mirîşk niklê xwe di avê da dike, berê xwe berbi Xwedê ve dike.
- Mirîşka reş e, her roj nexweş e.
- Mirîşkê çav li hêka betê kir bostekê qûna wê kişa.
- Mirîşkê çav li hêka qaz kêt, qûn lê qetiya.
- Mirîşkê hêk kirî, ji xwe re hevalek çêkirî.
- Mirîşkê tu kedî, kûvî yî? Got: “Ez hevalê xwe bi serê bistikê ve dibînim.”
- Mîro heliz firî.
- Mirov ancax dikare bi xeyalên vala bextiyar bibe. Stefan Zwing
- Mirov bi kêmasiyan ve tijî ye. Balzac
- Mirov bi werîsê xelkê naçe binê bîrê.
- Mirov çi bixwaze dikare bike. Montaigne
- Mirov çiqas biaqil be jî, her hewceyî aqilan e.
- Mirov di heftan de çi be, di heftêyî de jî ew e.
- Mirov dijminê xwe yê herî mezin e. Cicero
- Mirov dikane bi çavên girtî jî bibîne. Coleridge
- Mirov dimire qûn bi dims dibe.
- Mirov gur nake şivanê berxikan.
- Mirov gurê hev in. T. Hobbes
- Mirov her bi tenê ye, dinya jî vikî vala ye. Jean Anouilh
- Mirov her ku pîr dibe, bi nexweşiya şîretkirinê dikeve. -E.Renan-
- Mirov ji bo dîn(ol) dinivîsîne, şer dike, dimire; lê mirov nizane ji bo dîn(ol) bijî. Colto
- Mirov ji ku dera xwe bimire divê ji wir veje. Pêşangeha Sûretan
- Mirov ji qehran xwe diavêje behran.
- Mirov kûçikê biqusîne nabe tajî.
- Mirov ne ji guhên xwe, divê ji çavên xwe bawer bike. Montaigne
- Mirov tiştê ku herî hindik pê dizane, herî pir baweriya xwe pê tîne. Montaigne
- Mirov, pîvana her tiştî ye. Protagoras
- Mirovan evqasî zehmetî kişandine ku mecbûr mane ken afirandine. Nietzscehe
- Mirovatî hewcedarî rastiyê ye. Bacon
- Mirovatî lawê Xwedê ye. T. Parker
- Mirovê bêhêvî nikane derkeve serê çiyayên rastiyê. Nietzsche
- Mirovê çê, qenciyan jî xerabiyan jî ji bîr nake.
- Mirovê herî bi tenê, mirovê herî bi hêz e. H. Ibsen
- Mirovê ku nizane bikene, ne ku tenê xayintiyê dike, herweha jiyana wî bi xwe xayintî ye. Carlyle
- Mirovên baş qet bêyî dijmin nabin. Alessandro Manzoni
- Mirovên biaqil hemû hêkên xwe naxin selikekê. Cervantes
- Mirovên biaqil, hemû tiştên ku li ser difikirin nabêjin, lê li ser hemû tiştên ku dibêjin difikirin. -Arîstoteles-
- Mixabin, rastî bi nerastiyê nekariye tu carî. Kakilê rastiyê bawerî, ê nerastiyê xapandin e û ruhê mirov nêzîktirî xapandinê ye. – Pêşangeha Sûretan-
- Mîza mişk jî, ji aş re kar e.
- Morika qul etaran re namîne.
- Morika qul li êrdê namîne.
- Mûk, mûk dibe rihek.
- Mûş xweş Mûş e, pişta wî Alqûş e.