Gotinên bi tîpa C dest pê dikin
- Car heye rev ji desthilanînê çêtir dibe.
- Carekê du mirov yekî baqil tînin nav xwe û jê dipirsin: “Tu dîn î yan jî har?” Dibêje: “Li nav herduya me!”
- Carinan tiştê ku mirov ji hev du re bibêje tune ye, lê dîsan jî mirov dipeyive. -Senancour-
- Carinan tiştê ku mirov ji hev du re bibêje tune ye, lê dîsan jî mirov dipeyive. Senancour
- Carinan yek tênagihêje bê mirov ji bo çi dikenin. Dostoyevskî
- Caw bû kitan, dew bû derman
- Caw dibe kitan, dew jî dibe derman.
- Cehnimê sîran dikutin, tu kilaman dibêjî.
- Cehşik mezin be jî, ew cehşik dîsa ker e.
- Cêjika mara bê jahr nabe.
- Cejna salê bi salê re dibore.
- Cendek, ku ket, qertel zû bîhnê hildidin.
- Cêr li riya avê dişkê.
- Cêr nuh e, av cemidî ye
- Ceribandin ji neceribandinê çêtir e.
- Ceribandina pîran û hikmê xortan gihîştin hev, erd hejandin.
- Ceşik mezin bû, dîsa ker e.
- Cewrê seyên dir tim dir in.
- Cîh heye ku tu xeber nadî, ji xeberdanê çêtir e.
- Cîh heye ku xebernedan ji xeberdanê çêtir e.
- Cîh heye rev jî mêranî ye.
- Cîh heye rev ji mêraniyê çêtir e.
- Cîh ji dilan teng e.
- Cîhê destê te heryê lingê xwe mexê.
- Cihê ku agir lê neyê kirin, dû jê ranabe.
- Cihê ku pere lê dipeyive, rastî bêdeng dimîne. Gotineke Rusî
- Cîhê valabûna şêran, rovî xwe nîşan didin wekê mêran.
- Cila zêr li kera bikin jî, ker dîsa ker e
- Cilê xwe hildide, beriya ku bigihê bihurê.
- Cilê xwe şil kir beriya baranê.
- Cinet jî cehnem jî di mala mirovan de ye.
- Cîranê baş li pêş birayê mirovan e.
- Cîranê ne baş bihêle, diranê êşyayî bikişîne.
- Cîranê ne baş, strûyê ber çavê meriyan e.
- Cîranê nêzîk ji brayê dûr çêtir e.
- Cîranê nêzîk zûtir digihîje mirovan, ne ku birayê dûr.
- Cîranê pak ji brayê ne pak çêtir e.
- Cîranê xirab mirov dike xwediyê hemû tiştî.
- Cîranê xwe re bixwaze, ku xwedê jî bide te.
- Ciwanî bizaniya, pîrî bikariya…
- Ciwanî wekî mêvan e, ezîzê dilê keçikan e.
- Ciwantî bihar e, pîrî her payîz e.
- Cîyê ku agir tûne be, dûman jê ranabe.
- Ciyê şêran rovî lê dikin gêran.
- Cîyê, ku ji te re dest nede, bihêle bireve.
- Coka av tê re çûye wê her tim tê re here.
- Cot bi gayê pîr nabe.
- Cot li mirtiban nayê.
- Cotê bê gîsin, nukul zû lê dişkê.
- Cotê xwe hûr bajo, kûr bajo, dûr bajo.
- Cotyaro ewa çî ye tu diçînî? Got: “Dema hişîn bû, tê bibînî.”