Gotinên bi tîpa E dest pê dikin
- Efûkirin û jibîrkirin, heyfhilanîna mirovên qenc e. -F. SCHILLER-
- Efûkirina dijminekî, ji efûkirina dostekî hêsantir e. Dorothee Deluzy
- Egîd carekê dimire, tirsonek hezar caran.
- Egoist hertim zerarê dide yê ku ew herî pirr jê hez dike, ango zerarê dide xwe. B. Peers
- Em hemî di nav herriyê de ne, lê hin ji me li stêrkan dinêrin. -Oscar Wilde-
- Em hemû ji bo yekî, yekî ji bo me hemûyî. -Dumas-
- Em ji her kesên ku me diecibînin hez dikin, lê em ji her kesên ku em diecibînin hez nakin. La Rochefoucauld
- Emelê pîrê nayê bîrê.
- Emrê leglegê çû bi leqleqê.
- Ev dinya ji bo xwedîkabîliyetan ne lal e. Goethe
- Ev mirin e; ne hikumdaran nas dike, ne jî qeşmeran; hemûyan bi heman mehdê dadiqurtîne. -Victor Hugo-
- Ev, ji te hezkirina min a dawî ye. Dilê xwe veke û baş pêbihesîn. ” Ez ji te hezdikim”. -ahûra-
- Evîn berbanga zewacê, zewac jî êvara evînê ye. De Finod
- Evîn dilxweşiyeke dewamî ye. George Sand
- Evîn evîndar e.
- Evîn li Fransa komedî, li îngiltereyê trajedî, li Italyayê opera, li Almanyayê jî melodramek e. Marguerite Blessington
- Evîn mêrdewaneke ji êgir e, ku ji dil dirêjî asman dibe. E.Geibel
- Evîn weke mirinê bi hêz, weke gorê dexes e. încîl
- Evîna lewitî dike ku rûmeta mirov jî bilewitîne. Pêşangeha Sûretan
- Evîndarê şermok, dibe mêrekî dilxerab. Oliver Goldsmith
- Ew kesê neçe şer, şer pê xweş e.
- Ewladê xerab, mirov dibe ber deriyê dijmin.
- Eyarê bênamûsan fireh e.
- eyr biçe erş wê her dakeve ser axa reş.
- Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm. -Seîdê Norsî yê Kurdî-
- Ez bextiyariyê naxwazim êdî, jiyan ji bextiyariyê jî bi rûmettir e. Bernard Shaw
- Ez çûm gundekî nenas, min pesnê xwe da bê qiyas.
- Ez di nava wan de bûm, lê ez ne ji wan bûm. Lord Byron
- Ez ez im, tu tu yî.
- Ez garisê şeng im, mêrê roja ceng im.
- Ez her tiştî diceribînim, lê tiştê ku ez dikarim bikim, ez dikim. Herman Melville
- Ez ji bo gel, ne gel ji bo min. Osman Sebrî
- Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ev ji min re bû derd, lê belê min jî serê xwe li ber we netewand, bila ew jî ji we re bibe derd. -Seyîd Rizayê Dêrsimî-
- Ez li paşeroja xwe dinihêrim û hatina xwe dibînim. Patrice Henry
- Ez niha ji vî dinya fanî li ser xatir xwestinê me. Ez poşman nînim ku ji bo vî gelê feda bûme. Bes ku bila neviyên min, min li hember neyarên min nedin şermê. -Şêx Seîdê Paloyî-
- Ez pîvazê naxwim, ew dibêje were şekir bixwe.
- Ez yekî dibêjim, tembûra min yekî dibêje.