Gotinên bi tîpa H dest pê dikin
- Ha Hesen Keçel ha Keçel Hesen.
- Halê feqîran wekî boça kerê ye, ne dirêj dibe ne kurt dibe.
- Hay ji fikrên xwe hebin; vediguherin dibin hestên we. – Gandî-
- Hay ji gotinên xwe hebin; vediguherin dibin fikirên we. -Gandî-
- Hay ji hestên xwe hebin; vediguherin dibin tevgerên we. – Gandî-
- Hay ji kesayetiya xwe hebin; vediguhere dibe qedera we. -Gandî-
- Hay ji nirxên xwe hebin; vediguherin dibin kesayetiya we. -Gandî-
- Hay ji tevgerên xwe hebin; vediguherin dibin xûyên we. -Gandî-
- Hay ji xûyên xwe hebin; vediguherin dibin nirxên we. -Gandî-
- Hê av nedîtiye, kincê xwe dişeqitîne.
- Hê bubhur nedîtiye, derpê xwe derdixe.
- Hê nebûye conega, li dewsa ga rêx dike.
- Hê nebûye varik, hêkê hesinî dike.
- Hê nebûye varik, li dewsa mirîşkê hêk dike.
- Heft çîrokên hirçê hene her heft jî li ser hirmiyê ne.
- Heke tu rojekê serê min xwar bibînî, bizane ku ji bo rakirina mirovek ketî, serê min xwar bûye. -Che-
- Her bendek, xwedî derdek.
- Her berjorekî berjêrekî xwe heye.
- Her çêlek tê dotinê, lê gilî nayê gotinê.
- Her ciyê nenas, payê (pesnê) xwe bide xas-xas.
- Her dîk li ser sergoyê xwe bang dide. Seneca
- Her dil qedera xwe ye. Bailey
- Her gîha ser koka xwe hêşîn dibe.
- Her kes bi gaza xwe caw dipîve.
- Her kes dewsa lingê xwe dike.
- Her kes di sînorê xwe de şêr e.
- Her kes dike li gora şîrê xwe.
- Her kes kera xwe diajo.
- Her kes li ser miriyê xwe digirî.
- Her kes royê di tanga xwe de dibîne.
- Her kesek bi qasî qeweta xwe.
- Her ku serî bimîne wê qûn ecêba bibîne.
- Her kulîlkekê bîhnek jê tê.
- Her parî tê cûyînê, her pirs nayê gotinê.
- Her peyxember dua li xwe kiriye.
- Her pez bi pêpka xwe!
- Her qezyak şîretek e.
- Her roja înê diçim mizgeftê ji bo xutbeyê, her roja yekşemê diçim dêrê ji bo ayînê, rojên mayî jî tenê mirov im. Sosyalîstekî westiyayî, welatparêzekî veşartî, hêvîşikestî me. Pêşangeha Sûretan
- Her rûken ne dilken e.
- Her serîkî aqilek tê de ye.
- Her teyr bi bangdana xwe tê nasîn.
- Her teyr bi refê xwe re difire.
- Her tiştê ku dibiriqe ne zêr e. -Cervantes-
- Her xanek, dilê xwe de sultanek e.
- Her xweşikekê kêmaniyek wê heye.
- Herçî berê, gula zerê.
- Herçî çû nede dû.
- Herçî derdê xwe dibêje, te jî tire ew dengbêj e.
- Here dûr, were dirust.
- Here li ba wî yê te bigrîne, neçe li ba wî yê te bikênîne.
- Here mêşe, hilde pêş e.
- Here mêvaniya dujmin, lê çeka xwe ji bîr neke.
- Here mêvaniya guran, lê bê se neçe.
- Here nav miletan bigre edetan.
- Hergav leyî ranabe, koça nayne.
- Hergê Xwedê bide, mû jî dikişîne tîne.
- Herkê deşt e, herkê zozan e, rûhê pez şivan e.
- Herkê ga qezenc ke ga bixwe, merî yê goştê xwe bixwe.
- Herkes di fikrên xwe de dikanin şaşiyan bikin, lê kêmaqil ji fikrên xwe nagerin. Cicero
- Herkes durû ye. Fredrick IV
- Herkes hesinkerê bextiyariya xwe ye. Gotineke Almanan
- Herroj cêr diçe avê sax naye.
- Hesabê li malê û yê bajêr nabin yek.
- Hesabê malê li çarşuyê kêm derket.
- Hesen keçel, keçel Hesen çi ferqî.
- Hesin bi germî ditewe.
- Hesin dikutin germe germ, mêran dikutin nerme nerm.
- Hesinê bê esas, ne dibe kêrendî, ne dibe das.
- Hesinê sar, zor tê kutanê.
- Hêsirên çavan gotinên xemê yên bêdeng in. Voltaire
- Hesp bi hevsaran, mêr bi qiraran.
- Hesp dibeze, siyar pesnê xwe dide.
- Hesp dimire, bênder ji keran re dimîne.
- Hesp li gorî siwarê xwe diçe.
- Hesp li ser afirê keran nayên girêdan.
- Hesp li ser çar lingan rê diçe, lê dîsa lingê wî dişemite dikeve.
- Hesp miraz e.
- Hesp nekirîye afir çêdike.
- Hesp siyarê xwe nasdike.
- Hesp tune, êlif amade dike.
- Hesp tûne, zîn dixebite.
- Hesp û kesp nik wî yek in.
- Hesp, ku heye miraz e.
- Hespa bin xwe nede kurê xwe jî siyar be.
- Hespa herkesî li gorî bexte wî dibeze.
- Hespa xwe nalke, paşê riya xwe hesab ke.
- Hêstirên çavan ziwa dibin. Dostoyevskî
- Hestiyê ziman tune lê her tiştî dişikêne.
- Heta birîn sar nebe jan nade.
- Heta em bûn çavnas, dinya bû xelas.
- Heta hûn ber derîyê xwe paqij nekin, gazinan ji berfa ser banê cîranên xwe nekin. -Konfiçyûs-
- Heta ku neyê serê mirov nayê bîra mirov jî. – Pêşangeha Sûretan-
- Heta ku şêr dîroka xwe binivîsin, dîrok her pesnê nêçîrvanan dide.
- Heta mirov tiliya xwe reş neke, tama devê xwe xweş nake.
- Heta mirov xwe nas dike, temenê xwe xelas dike.
- Heta zimanê te diweste bila lingê te biweste.
- Hevalê xwarinê tim xeyidî ye.
- Hevalê xwe ji min re bibêje, ez ê ji te re bibêjim bê tu kîye. Cervantes
- Hevalên herî baş, pirtûkên herî baş in. Lord Chesterfield
- Hevaltî şeraba jiyanê ye. Young
- Hevaltiya evînê, her tim tirs dike. Racine
- Hêvî nîvê cesaretê ye. Balzac
- Hevraz tûkim simêl e, berjêr tûkim rih e.
- Hevrêşka avê ji hevdû re çêdikin.
- Hevza xwe ji mûrya kulek bike.
- Hewes e, ew jî bes e.
- Hey beq newêre, wê bipeqe.
- Hey deşt e, hey zozan e, esil xudan e.
- Hey deşta Mûşê û hey darê dergûşê.
- Hey lê hat bazirgan e û hey lê nehat xwediyê ga yê wêran e.
- Heya (heta) zarok negirî, dê bistan nade.
- Heya bûk xemilî, dawet betilî.
- Heya hebû dimis, ez mam û tu pismam, gava nema mot ez Şervî û tu Bohtî.
- Heya hebû şillik millik, gava nema keder û kulîlk.
- Heya xira ne be, ava na be.
- Heye bêjî yarê diya xwe babo!
- Heye terk, nîne berk.
- Heyfa ciwaniyê, pîrî li pey e; heyfa heyveronê, şevereş li pey e.
- Heyfa cîwaniyê, pîrî li rê ye.
- Heyfa hîveronê, şevereş li pê ye.
- Heyî be, kurê seyî be.
- Hezar bavên çê, nabin wekî şîrê dê.
- Hezar car bipîve, carekê bibire.
- Hezar dost hindik in, dijminek pir e.
- Hezar dost kêm in, dijminek pir e.
- Hezar pez xwe didin siya darekê.
- Hezar sal bimînî li dinê, wê rojek mêvanê qebrê bî.
- Hezar salî dinê bî, mal zêrava xinê bî, rojekê tê mêvanê qebrê bî.
- Hezkirina kevn zingar nagire. Gotina Pêşiyên Swêdiyan
- Hîn devê te germ e, deng bike
- Hîn ku xweş e, xêtir zanibe, mir şûnda tim li xwe xi, fîde nîn e.
- Hîn mar biçûk e serê wî biçeliqîn.
- Hînbûn roniya çavan e.
- Hînbûyan hîn neke, hînkiran ji bîr neke.
- Hînbûyina bêî fikir, windakirina demê ye. Confucius
- Hîv hîv e, dîsa leke lê ye.
- Hîv hîv e, eybê lê ye.
- Hîv û roj in paşayê dinê.
- Hiyû meke, te hiyû kir qet deng meke.
- Hol, ku hate ber kaş e, pêwîst e derpê lê nehewşînî.
- Holî got Golî, heke em milên xwe nedin li ber Şolî, kulkê me nabe Ûlî.
- Hoste necar, were binive wekî her car, şev yek e û dergeh hezar.
- Hub şîrê te girtîye, te xaynekir wê tirş be.
- Hukûmeta herî baş ew e, ku bikaribe bextiyariyê bide gelê xwe. Macaulay
- Hukûmeta herî baş ya ku mirovên wê yên bêkêr herî hindik in. Voltaire
- Hundir qurbana ji derva bibe.
- Hûrik hûrik dagir tûrik.
- Hurmê tenûr dada qehpê pê veda.
- Hurmet goştê mirov e.
- Hurmet heye ji bo xwedê ye.
- Hurmet heye ji mêranî zêdetir e.
- Hurmet hurmetê dixwaze.