Gotinên bi tîpa N dest pê dikin
- Nabêjin kê kir dibêjin kê got.
- Naçim hawarê, naxwim sawarê.
- Nalbendan kihêl (hesp) nal dikirîn, kêvjalê got: “Eve lingê min jî.”
- Nalbendê baş, mûryan nal dike.
- Namûs û xîret ne peretî ye.
- Nan bi xwê ne peretî ye.
- Nan bide nanpêjan bila yek nan zêde be.
- Nan bide nanpêjan, nanekî zêde bide.
- Nan ji bo hemû nevsê ye; çek ne ya hemû kesî ye.
- Nan ji quranê pêştatir e.
- Nan pir, pîvaz pir, gelo çima mir?
- Nan û dew hemû derew.
- Nan û gayek li cem meriyê merd yek e.
- Nan û jajî xwarina tazî.
- Nan û mast nûçeya rast.
- Nan û mast xwarina rast, nan û dew xwarina derew.
- Nan û mast xwarina rast.
- Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike.
- Nanê bi minet nayê xwarinê.
- Nanê cê (ceh) dixwe, tirên pulayî dike.
- Nanê cê dewsa nanê genim nagire; nanê genim dewsa nanê cê nagire.
- Nanê êvarê bihêle sibê, şuxulê êvarê nehêle sibe.
- Nanê garis ne tû nan e, kes nabê ew bê mal bê arvan e.
- Nanê genim li feqîran nayê.
- Nanê Îso dixwe, selewatan li ser Mûso dide.
- Nanê kêmaqilan, tim di zikê biaqilan da ye.
- Nanê mêran li ser mêran deyn e.
- Nanê merivan rûyê merivan tê xwarinê
- Nanê pehtî wek û siltanê ser textî.
- Nanê rastan, çavê xaran.
- Nanê Romiya li ser çokê ye.
- Nanê tîrê xweş hevîrê.
- Nanê xwe bi nanpêja çêke, bila nankî te zêde here.
- Nanê xwe bi xûya enya xwe dixwe.
- Nanê xwe bihêle sibê, xwe mehelê sibê.
- Nanê xwe yî hişk bixwe, ji qewirmê xelkê çêtir e.
- Nanê yekî bi avê de çû, got: “Bila xêra bavê min be.”
- Nasîna hemû mirovan bi carekê, ji nasîna mirovan ya yek bi yek hêsantir e. La Rochefoucauld
- Nav şûr kişandin û lêxistin gelek zeman heye.
- Nava mêran de mêr be, nava şêran de şêr be.
- Nava salekê de du havîn nabin.
- Navberê du biran jî li hev dikeve.
- Navê gund namûsa gund e.
- Navê gur derketiye, rovî dinê xirab kir.
- Navê jinê Dînanok, mal de tûne arvanok.
- Navê malê yek bûka malê xirab dike, yek sayilê ber derî, yek jî xulamê malê.
- Navê xwedê heye, lê xwe tune ye.
- Navek giran û gundek wêran.
- Navî giran e, bajarî wêran e.
- Ne bera gêrke û ne berana xêrke.
- Ne bi deyn bide ne jî deynan bike, an na tu ê hem perê xwe hem jî hevalê xwe winda bikî. Shakespeare
- Ne bi golkînî têr giya xwar û ne bi gayîtî têr kizin xwar.
- Ne bi lezê, ne bi bezê, kes nagîhîje tu mirazî.
- Ne bi tenê li rûyê mirovan, li hundirê wan jî binihêrin. -Chesterfield-
- Ne bi tenê li ruyê mirovan, li hundirê wan jî binihêrin. Chesterfield
- Ne bist bişewite û ne kebab.
- Ne dixwe, ne dide hevalan, genî dike û davê newalan.
- Ne dixwim gêlazan, ne didim hevrazan.
- Ne dixwim nanê te, ne dajom horîka te.
- Ne dixwim savarê ne diçim hawarê .
- Ne dixwim sawarê, ne diçim hewarê.
- Ne dujminê xeraban bin, dujminê xerabiyê bin.
- Ne fen e, ev çi dar û ben e?
- Ne feqîrê bi tir, ne dewlemendê diz, ne maqûlê derewîn.
- Ne feqîrê pozbilind, ne mêvanê mal li gund, û ne yê di civatê de bêje jina rind e.
- Ne girgura ezmanan û ne hirhira mêran.
- Ne gundê bê rez, ne konê bê pez, ne mêrê bibêje ez û ez.
- Ne hesil çav û kildan e, hesil duhêl û badan e.
- Ne huyûkş kir, ne çiyûş kir, hat hazir li ber çiyûş kir.
- Ne xwar ne da hevalan, genî kir avêt newalan.
- Nebe wezîr li texta nemêran; bibe kûçik li devê deriyê camêran!
- Nebêje xweş tişt e, bêje xweş xweyî ye.
- Nebînim êla bê serî, nebînim çiyayê bê kerî.
- Neçî wî erdê ku kesê te lê nebe.
- Nede ser berê bê bin, neçe pêşiya meriyê demdemî.
- Nexwe mînanî mirîşka, xwe bidî enîşka.
- Nexweş ji xweşan bêtir dijîn. Theodor Fontana
- Nexweşî tê hîskirin, lê xweşî nayê hîskirin. Thomas Fuller
- Nexweşî xizmetkara mirinê ye. Francis Rous
- Nîvê jiyana meriv ji aliyê dê û bavan, nîvê din jî ji aliyê zarokan ve mehû dibe. Ciaerense S. Darrow
- Nivîskarê ku hûn dixwînin, mîna ku hûn ji xwe re hevalekî dineqînin, wilo bineqînin. Wentworth Dillon
- Nivîşta netişt(bênivîs) xwedîyê xwe kuşt.
- Nîvrastî pirraniya caran dereweke muezem e. Franklin