Gotinên bi tîpa Q dest pê dikin
- Qeder dijmineke ecêb e. Euripides
- Qedera hukûmetê hertim di destên çekhilgirên wê de ye. Aristoteles
- Qederê tu caran zora îrada min nebiriye. Napoleon
- Qermîçok ne di dilê mirov de, di eniya mirov de çêdibin. Ji ber ku ruh qet pîr nabe. J.A.Garfield
- Qesab ketibû derdê bezê bizinê, bizin ketibû derdê ruhê xwe.
- Qetla mêran li erdê namîne.
- Qeziyek ku li meriyan diqewime, ew kile rûn dilê xwe dixe.
- Qijikê dixwest meşa werdekê hîn be, meşa werdekê hîn ne bû, cotkê xwe ji bîr kir.
- Qîmeta jiyanê ne pir jiyîn e, baş jiyîn e. Montaigne
- Qîmeta mirovekî bi pirtûkên wî ve tête pîvan. H. Spencer
- Qîmeta netewakê, bi qîmeta kesên ku ew netewe anîne meydanê ve, tête pîvan. John Stuart-Mill
- Qîmeta zêr û zîvê zêrker zane.
- Qîmetê zêr zêrker dizane.
- Qîret avêtine ber kuçikan, kuçikan nexwarîyê.
- Qisas naçe qiyametê.
- Qîz e sor in, xort e kor in.
- Qîz, çira xelkê ye.
- Qîz, ku heye dara rez e, hatî çûyî kewtiyê xwe davêje.
- Qîza axa dixwaze, lê qelenê mirtiban dide.
- Qîza cînêr cînar dide mêr, kurê cînêr cînar dizewicîne.
- Qîza ku baş pey bibe kaş.
- Qîzek nezan, gundek bezand.
- Qoç ji guh derbaz dibe.
- Qoçê keran çênabin, dibên qey em tim dehş in.
- Qubên spî gişk ne zîyaret in.
- Qûn bû, qûn jî çû.
- Qûna elmî tiran ne elimî ser beran.
- Qûna hînî tiran bibe rê lê nabe.
- Qûna hûbû tiran û devê hûbû viran, çê nabe heya kurê kuran.
- Qûna reş û spî, wê li ber bor jêk diyar bin.
- Qûna tazî tembûrê dixwazî.
- Qûna wê qûna mirîşkê ye, lê hêkê qazan dike.
- Qûna xwe nîşa zarokan bike, belê devê xwe nîşa zarokan neke.