Gotinên bi tîpa R dest pê dikin
- Rastan zewal tune, xaran kemal tune.
- Rastî ji derengmayinê hez nake. Seneca
- Rê biro, kur biro!
- Rê li dilan teng e.
- Rêka ezmên berwar e.
- Rêncberê xwe be, axayê mala xelkê be.
- Rêncberê xwe be, xweştîviyê cîranan be.
- Rêsî kir bi xurî.
- Reva pisîkê hetanî kadînê ye.
- Rêwîtî xweş tişt e, lê çirte-çirt li pişt e.
- Rexnegir ew kes in ku di hunermendî û edebiyatê de bi ser neketine. Disraeli
- Rexnegir her dibêjin, em ji nivîskaran tênagihîjin. Gelo ev sûcê nivîskaran e? A. W. Hare
- Rezî çê bû, tolyê lêxist.
- Rîh dibe bost, dujmin nabe dost.
- Rîh jî danîn ser simbêlan.
- Rîhê diqusîne, paşê mirêkê (neynikê) dide ber.
- Rim di tûr de hilnaye.
- Rim di tûr de nayê veşartin.
- Rimê, rimbaz davêje.
- Rind î, rind î, le geroka nava gund î.
- Riya herî baş ya başkirina zarokan, kêfanîna wan e. Oscar Wilde
- Riya herî baş ya ku hûn hevalên xwe winda nekin ev e; ne bi deyn bidin, ne jî deynan bikin. Paul de Kock
- Riya malê, malxwedî zane.
- Riya tu çûyê, lê nezivire.
- Rizqê gur bi xema şivanê bê xêr e.
- Rizqê haran li dînan e.
- Rizqê mêvanan fireh e.
- Ro (roj) derbaz dibe qeda rojê derbaz nabe.
- Ro li her welatî sibehan hiltê. George Herbert
- Ro li kî derê li te çû ava, wê derê jî bisekine.
- Ro, rojê du caran hilnayê. Victor von Scheffel
- Roj bi bêjingê nayê veşartin.
- Roj bi destan nayê girtin.
- Roj bûye sal, zik bûne çal.
- Roj diçe, bela naçe.
- Roj reş bû, tu jê reştir be.
- Roja çê, ji sibehê de xuyanî ye.
- Roja çû, hêdî venagere.
- Roja dûman e, kêfa guran e.
- Roja êş (aş), ji êş re ye.
- Roja tengasiyê, meriyê meriyan kêrî meriyan tê.
- Roja tengiyê merî bere xwe dide yan çiyakî bilind an mêrîkî çê.
- Roja xweş di sibê re xûya ye.
- Rojê li dêrê ye, lê şevê li mêçêtê ye.
- Rojek a gulê ye, rojek a gulşîlanê ye.
- Rojek îro bi du rojên sibe ye. Franklin
- Rovî berê de ne diçû qulê, rabû hejek jî bi terya xwe girêda.
- Rovî derê kuna xwe şêr e.
- Rovî got: “Min nebin li nav mirîşkan wek dî hûn çi ji min bikin bi dilê hewe ye”.
- Rovî ne diçû di kunê ve, hejik bi serê dûvê xwe ve kir.
- Rovî têr be, tirî tirş e.
- Rovî têr e, tirî tirş e.
- Rovî westî, dûv giran dibe.
- Rovî! Tu çima xwe dihejînî? Got: Li min tê û ji min tê.
- Rovîkî berdayî, ji şêrê girêdayî çêtir e.
- Roviyan rê birîne, guran nav derketî ye.
- Roviyê feltînok nakeve çi telha.
- Roviyê gerok çêtir e ji şêrê xewok.
- Roviyê gerok ji şêrê raketî çêtir e.
- Roya bê sî tuneye. Albert Camus
- Roya ku diçe ava, her sibeh ji nû ve hiltê. Catallus
- Rû da, cîh da.
- Rû ji lew pêş in bi êş in.
- Rû ji rû şerm dike.
- Rûdinî, rûdinî nişkava dibê: “Deve”
- Rûmeta meriyan ehil, ê gund bilind dikin.
- Rûn li cem Ereban zehf dibe, li dora kîr û gunê xwe didin.
- Rûnê serekî dayne derekî, bibe barê kerekî.
- Rûnişt li germa, rabû li serma.