Gotinên bi tîpa J dest pê dikin
- Jahra maran derman e.
- Jahra maran, maran naçe.
- Jana tiliyan hemû ne yek e.
- Jana tilyê hemû yek e.
- Jê ket, pê ket.
- Ji ava gurgure netirse, ji ava nermik bitirse.
- Ji ava pêl pêlo netirse, ji ava sekinî bitirse.
- Ji ava sekinî bitirse.
- Ji axê pirtir tune ye, mar bi qinyat dixwe.
- Ji bahrê derbas dibe, di newalê de dixeniqe.
- Ji bangurê girantir bi ser çûkan de nayê.
- Ji ber dilopê çû ber mezrîbê.
- Ji ber san bimîne hestiyên kewan?
- Ji berdêla bûyîna serekdewlet, ez bûyîna li ser heqiyê tercîh dikim. Henry Clay
- Ji berdêla îdarekirina hukûmeteke bêî rojname, ez îdarekirina rojnameyeke bêî hukûmet tercîh dikim. Jefferson
- Ji berdêla kuştina pirtûkeke baş, mirov peyayekî bikuje çêtir e. Milton
- Ji berdêla tu ê bipeyivî û gêjiktiya xwe nîşan bidî, nepeyive, da şika herkesî li ser te bimîne. Lincoln
- Ji bêrye tê, ji min jî şîr dixwaze.
- Ji betalî kerê bavê xwe da ber dasan.
- Ji betalî rabû serê kîrê xwe jê kir.
- Ji biçûkan bipirse, ji mezinan bitirse.
- Ji bilî welatên kovî, hemû welat ji aliyê pirtûkan ve têne îdarekirin. Voltaire
- Ji bivê nevê mirov goştê kewan jî dixwe.
- Ji bo gihîştina gelekî sê tişt pêwîst in; dibistan, dibistan, dîsan dibistan. Tolstoy
- Ji bo kêçkê lihêfkê dişewitîne.
- Ji bo ku ez negirîm ez bi her tiştî dikenim. Beaumarchals
- Ji bo ku ez xwe bi tenê nebînim, ez hemû şevê li hemberî neynikê rûniştim. Cesare Pavese
- Ji bo nanekî ervanekî xira dike.
- Ji bo xatirê xatiran, dan barê qantiran.
- Ji bo yên dijîn hêvî, ji bo miriyan jî bêhêvîtî heye. Theokritos
- Ji cîranê xwe hez bike, lê dîwarê navê raneke. George Herbert
- Ji derdan rîh berdan.
- Ji dêrê bû û negiha mizgeftê.
- Ji deryayê hez bike, lê li peravê raweste. George Herbert
- Ji destê mêrê merd û şêr tişt nafilite.
- Ji devê dikeve, ji hop-hopê nakevê.
- Ji devê werbûye, hêjî hop hop e.
- Ji deyndayinê zehmettir tiştek heye, ew jî deynkirin e. Braccio
- Ji dûr ve, di keça mîr ve.
- Ji esil bipirse, ji bêesil bitirse.
- Ji eşîran eşîra me; ji gundan gundê me; ji malan mala me; ji malê me jî ez û brê xwe; lê zêde zêde jî ez.
- Ji gotin heta kirin riya panzdeh salan e.
- Ji gur birçîtir e, ji mar tazîtir e.
- Ji gur birçîtir, ji mar tazîtir tune.
- Ji gur re gotin: “Çima stûyê te qalind e.” Got: “Ez bi destê xwe dikim û bi devê xwe dixwim.”
- Ji hekîman re dibê du fincan, yek kasê xiraban yek kasê qencan.
- Ji hemû hêkan çêlik dernakevin.
- Ji her darê bilûr û tembûr çênabin.
- Ji holê rakirina pêşdaraziyekê, ji perçekirina atomê dijwartir e. -A. EINSTEIN-
- Ji jiyanê metirsin zarokno! Gava hûn tiştekî baş û rast dikin, jiyan çiqas xweş e! Dostoyevskî
- Ji keçek xerab jina baş dernakeve. Benjamin Franklin
- Ji ku? Bi ku de? Ji bo çi? Çawa? Ev pirs hemû ji felsefê pêk tên. Joubert
- Ji mehûjekî mesherekî girê dide.
- Ji mino, li mino.
- Ji nanê genim re zikê pûlayî divêt.
- Ji pêl-pêloka metirse, ji nerm-nermokan bitirse.
- Ji peran şêrîntir dîsa pere ye.
- Ji peyayê baş mêrê xerab dernayê. Shakespeare
- Ji pezê pir, ma kavirê kor.
- Ji rovî re gotin: “Tê bibî paşayê mirîşkan?” Rovî rûnişt û girî.
- Ji rûyê bizmarekî nalek, ji rûyê nalekî hespek, ji rûyê hespekî jî siwarek diçe. Franklin
- Ji sed cîhî brîndar im, êdî nizanim bibêjim sax im.
- Ji şêr bipirs, ji bedşêr bitirs.
- Ji şîr tirsiya, pifkir dew.
- Ji tazîtî çûye di kuwarî de dibêje kirasê min ne bi dilê min e, min dîlan navê.
- Ji te hereket ji xwedê bereket.
- Ji te hereket, ji min bereket.
- Ji te hereket, ji xwedê bereket.
- Ji tehna mirov xwe davêje behran.
- Ji têşta rûbariya bû û negiha kelehiya.
- Ji tûnebûna mêran navê dîkan kirin Evdilrehman Qazî.
- Ji tunebûna şêran, rovî xwe nîşan didin wekî mêran.
- Ji waynê jina çiyayê Cûdî xwar bûye.
- Ji we re edet e, ji me re qebehet e.
- Ji Weliyan dibin xwelî û ji xweliyan dibin Welî.
- Ji xelkê re jîr e, ji xwe re kor e.
- Ji xeman xew tê, ji kerban ken tê.
- Ji xewnên xortaniya xwe bi dûr nekevin. Sciller
- Ji xezalê bezatir tûne, ew jî risqê xwe zêdetir naxwe.
- Ji xortan weye ku kal û pîr bêaqil in, lê kal û pîr dizanin ku xort bêaqil in. George Chapman
- Ji xweliyan welî, ji weliyan xwelî.
- Ji xweşikê re bibêjî “xweşik” naz dike, ji reşikê re bibêjî “xweşik” hez dike.
- Ji zana bipirse, ji nezana bitirse.
- Ji zengînan re edet e, ji feqîran re qebehet e.
- Jin berî ku bizewicin, mêr jî piştî ku dizewicin digirîn. Gotineke Polonî
- Jin bixwazî mêrê xwe dike wezîr jî rezîl jî.
- Jin çavên ku her tiştî dibîne jî, dixapîne. Dostoyevskî
- Jin çûn hawara, mêr ketin kewara.
- Jin dirêse, belê nizane hember yek bike.
- Jin jî mîna qiralan in, tu carî nikanin bi kesî re bibin heval. Lord Lyttieton
- Jin, çav li der e, mêr xwelî li ser e.
- Jin, tenê bi çavan nayê neqandin, tu wê, ji çavan bêhtir bi guhê xwe bineqîne. Thomas Fullerr
- Jina çav li der, mêrê xwelî li ser.
- Jina herî baş ew e ku hê ji dayika xwe nebûye. Fîrdewsî
- Jina ku jê tête hezkirin, hertim bi heq derdikeve. Alfred de Musset
- Jina ku mirov dikeve dû, li ber çavên mirov wek melekekê ye, gava mirov bi dest dixe, dawiya her tiştî tê. Shakespeare
- Jinek an hez dike, an jî nefret dike, nîvê wê tune ye. Syrus
- Jinek her tiştî efû dike, bi tenê redkirina xwe efû nake. Alfred de Musset
- Jiyan bi hinan şêrîn, bi hinan jî tehl e. Turgenyev
- Jiyan derseke dirêj ya mirovatiyê ye. Barrie
- Jiyan hunereke zehmet e. Brachvogel
- Jiyan ji bo bextiyaran kurt, ji bo bedbextan jî dirêj e. -Apollonius-
- Jiyan xewneke mirinê ya bêdawî ye. James Thomson
- Jiyana bê fêde, mirineke zû ye. Goethe
- Jiyana rastiyê bêdawî ye. F. Herczeg