Gotinên bi tîpa Z dest pê dikin
- Zanîn, çavkaniya başnivîsandinê ye. Horatius
- Zanîngehaya îro ya rastîn, koleksiyona pirtûkan e. Thomas Caryle
- Zarên xelkê bûn pîç, ên me bûn hirç.
- Zarok negirî dê şîr nade.
- Zarok zarok e, çi feqîr e, çi milûk e.
- Zavayê malê, kerê malê ye.
- Zavê malê, kurê malê ye.
- Zebeş e, dendik reş e, çiqas xweş e.
- Zebeş ji lemê xwe direve.
- Zeda darê ne ji darê be zewala darê tûne.
- Zef stranê zanim, lê dengê min tûne.
- Zef zanî, hindik xeber da.
- Zehmeto Aqo mane pêlên Meraqo.
- Zemanek dihere û zemanek tê, helbet kurmanc ser hespî siyar dibe.
- Zêr be bîne, zîv be bîne, jinbîh bi sêwî be nîne.
- Zêr bi êgir, jin bi zêr, mêr bi jinê tê ezmûnkirin. -Gotinek Emerîkî-
- Zêr bi zêrîtiya xwe muhtacê kapekê ye.
- Zêr biçûk e, biha giran e.
- Zêr bide zêrîngeran.
- Zêr bidin dest zêrnasan.
- Zêr çiqasî hûr e, bi qîmetê xwe diçe.
- Zêr li xweliyê de winda nabe.
- Zêr têkeve nav gû jî, xira nabe.
- Zêr zanî zor zanî, devê tifingê mor zanî.
- Zêrker bi qedrê zêr zane.
- Zewac gora evînê ye. Stendahl
- Zewac û hevduberdan bi tenê di destên jinan de bûya tu mehr saxlem nedima. Dostoyevskî
- Zewaca bêî hezkirin, mîna îbadetkirina bêî bawerî kirêt e. Çexov
- Zik heye, çal e.
- Zik têr be, hezkî bila ji tavlê dêr be.
- Zik têr e, çav birçî ye.
- Zikbirçî têr dibin, belê çavbirçî têr nabin.
- Zikê mirov ji birçîbûnê dike qireqir.
- Zikê têr halê zikê birçî nizane.
- Zikê xwe bi berî ve bîne heke çavên te ne bi hîle ne.
- Zikê xwe ne elimînin du nana, bejna xwe ne elimînin kiras û xeftanan.
- Zikê zaroyan tijî ye, lê dev nagere.
- Zikê, ku ne bi hîlê be, naêşe.
- Zikî têr e, milî şêr e.
- Zil-zil berev kir, mil-mil belav kir.
- Zilam ser kar e, jin bindar e.
- Zilam zilam e, pîrek pîrek e.
- Zilamê fedîkok bi kundkî, pîreka fedîkok bi gundkî.
- Zilamek hebû dema nanê wî hebû dewê wî ne bû, dema dewê wî hebû nanê wî ne bû, dema herdu hebûn ne li mal bû.
- Zilamekî got: “Ez ji kûçikê xwe hînî mêraniyê bûm.”
- Zilamekî pîs navê gundekî xirab dike.
- Zilkê biharê debra malê.
- Ziman bê hestî ye, digere.
- Ziman bê hestî ye.
- Ziman girtî, ser rehetî.
- Ziman got: “Leq”, serî got: “Teq.”
- Ziman him dost e, him dijmin.
- Ziman kilîta dilan e.
- Ziman ne kaş e, ne kendal e.
- Ziman palê xwediyê xwe ye.
- Zimanê dirêj edû yê seryan e.
- Zimanê evînê di çavan de ye. Phineas Fletcher
- Zimanê meriv bela serê meriv e.
- Zimanê meriv, ser serê meriv dibarîne.
- Zimanê sor e, pêşiyê ne gelî ye, ne zihor e.
- Zimanê têr tim birçî ye.
- Zimanê wî nebûya, qijikan wê çavê wî derxistina.
- Zimanê xwe bibire, ciyê xwe bikire.
- Zimanê xwe birî, ciyê xwe kirî.
- Zimano leqleq, sero teqteq.
- Zivir-zivir dîsa li vir.
- Zivistan çi ma? Ro û danek ma! Lê na bêjî sal û zemanek ma.
- Zivistan hat, berka feqîrî teqiya.
- Zivistanê du bihar, di gund de du keya nabe.
- Zor zane, zêr zane, devê tifingê mor zane.
- Zor zane, zêr zane, zanîn zane.
- Zozan rind e, hema çiya bilind e.