Gotinên bi tîpa Y dest pê dikin
- Ya ku ez kirime nemir, ramûsanên te ne. Margaret Fuller
- Ya ku pîroziyê dide zewacê evîn e. Tolstoy
- Ya wî/wê tim yek zêde ye.
- Yê ku bi tenê dijminekî wî hebe, li her derê li wî rast tê. Emerson
- Yê ku bixwaze hêsirên çavan biçine, divê hezkirinê biçîne. Sciller
- Yê ku ji kesî natirse, mîna yê ku her kesî ditirsîne, bi hêz e. -Schiller-
- Yê ku qencî jê were û neke, ew sûcdarek e. Pestalozzi
- Yê mêran ji çavên wan evîn dikeve hundir, yê jinan, ji guhên wan. Gotina Pêşiyên Polonyayiyan
- Yê pisîkan neh ruhê wan, yê jinan jî bi qasî neh pisîkan ruhê wan heye. Fuller
- Yên herî xizan, peyayên dîrokê yên herî mezin in. Emerson
- Yên ku baweriya xwe bi xwe tînin, dikarin dinyayê jî îdare bikin. Voltaire
- Yên ku bi şer nizanibin, aştiyê jî nas nakin. Gotineke Japoniyan
- Yên ku dostên wan tunebin, dijminên wan jî çênabin. Tennyson
- Yên ku em ji wan hez dikin, gava me dixapînin em wan efû dikin, lê yên ku hindiktir bêne efûkirin ew in. Bismarc
- Yên ku her tiştî li gorî aqil dimeşînîn êdî pîvana wan dibe aqil, aqil jî tenê dikare bigihîje tiştên dîtbar. Ji ber vê yekê ji demekê û şûnde aqil êdî tiştên nedîtbar înkar dike. -Bedîuzzeman Seîdê Kurdî –
- Yên ku ji bo hinin din bigirîn ji çavan dibin. Tolstoy
- Yên ku ji zarokan hez dikin, ji jiyanê jî hez dikin. Dostoyevskî
- Yên ku ne azad bin û mîna ku azad in xwe nîşan bidin, ew koleyên herî mezin in. Goethe
- Yên ku şeraba xortaniyê tehmandibin, di dinyayê de ji xwe pê ve kesî nabînin. Fîrdewsî