Gotinên bi tîpa L dest pê dikin
- Laşekî xweş ji bo ruhê mirovan wek odeya mêvanan, laşekî nexweş jî weke girtîgehekê ye. Bacon
- Law got: Bavo, min dizek girtiye! Bavo got: “Bîne vira. Got: “Nayê!” Got: “Berde!” Got: Ez berdidim, ew min berneda.
- Lawê derewîn, dixwe carek firawîn.
- Lawê Mencê çû qezencê.
- Lawê min bila law be, bile kirasê min ji caw be.
- Lawik çû eskerê, hat dîsa kerê berê.
- Lawkê qureyşî, kes nîne pişt neêşî, belê xîret namûsê dikêşî.
- Lê hat, baş hat; lê nehat xirab hat.
- Lê tê, dibêjin: “jê tê” Lê nayê, dibêjin: “jê nayê.”
- Lêdana dil dengê qederê ye. Sciller
- Lêhatin ji jêhatinê çêtir e.
- Lema dinya ava ye, herkes bi aqilê xwe ye.
- Lêv ji didanan pêştatir e.
- Lêva devê (hêştirê) kule, nikare bide avê.
- Lêxis û got: “Gayê reşo kî derê te diêşe.”
- Leyî diçe, sêl dimîne, şêr dimire çerm dimîne; mêr dimire nav dimîne.
- Leyistin li gayê pîr nayê.
- Lezê dereng ketê.
- Li bajaran perê te hebin, li gundan meriyê te hebin û li rêka hevalên te hebin.
- Li behna kebaba çû, li ser daxdana kera vebû.
- Li bejnê nerî bi zêran kirî, laçek rakir kertkê gurî.
- Li ber mirinê radike, da li ber tayê re biçe.
- Li ber şêr kes nikare destê xwe bide simbêlê xwe.
- Li ber siya şêr be, bila şêr te bixwe.
- Li cihekî ku pirtûk têne şewitandin, di dawiyê de wê mirov jî bêne şewitandin. -Heinrich Heine-
- Li dilê xwe binihêre û wilo binivîsîne. Sir Pbilip Sidney
- Li ser gihandina xortan raweste, ji ber ku di vê riyê de xemsariyek dikare hebûna welêt mehû bike. Arîstoteles
- Li welatê koran, yê bi çavekî dibe şah. -Erasmus-
- Li yên ku xwe pir dixemilînin binihêrin, hemû jî dixwazin xwe veşêrin. Aristo
- Liberketinên jinan wek bahozên havînan e; xurt e, lê kurt e. Joanna Baillie