Gotinên bi tîpa D dest pê dikin
- Dan ez dikutim, intîn ji te tê.
- Dan ji dil e, ne ji heyiyê ye.
- Dan û standin di destê xwedê de ye.
- Dar bê gêle nabe.
- Dar berê ve eyan e, merî bi navê xwe.
- Dar bi berê xwe şêrîn e.
- Dar bi berê xwe şîrîn e.
- Dar bi verotinê, mirov bi gotinê!…
- Dar çiqasî qalind dibe, ewqasî zû dişkê.
- Dar e, ser tamarê xwe hêşîn dibe.
- Dar gula jiyanê ye.
- Dar ji stûrî dişkê.
- Dar ku şil be ditewe.
- Dar li kewê neket, kew li darê ket.
- Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe hêşîn dibe.
- Dar nîne ba lênede.
- Dar tune ye, ku ba lê nexistîye.
- Dar, ku xwar dibe dişkê.
- Dara azadiyê bi xwîn û xwêdanê tê avdan.
- Dara biyê bê kêr e, ne ber e, ne bistan e, avayan re dest nade.
- Dara hişk pelg nade.
- Dara jiyanê bi xwînê tê avdan.
- Dara rezdayî bi çiqil ve tê kivşê.
- Dara rezdayî, çiqilê wê darda ye.
- Dara sihê li binê xwe neke, biha jê re nîne.
- Dara xebatkaran tim bi ber e.
- Dara xweziyan şîn nabe.
- Dara xweziyê ya ku kes li ber siha wê rûnenîştiye, xwar e.
- Darbiro daran bibir, destê xwe pêşa Xwedê nebir.
- Darê bi stirî nabe gopal.
- Darê bilind nizm nabe.
- Darê destê xwe bi avê bermede; ku te ber da, bi dû nekeve.
- Darê di bin xwe da, qut meke!
- Darê ji binî ve nebire.
- Darê ku zehf mevîj anî, serê xwe berjêr dike.
- Darê li ser xwe re ne bire.
- Darê şikesto, xaro besto.
- Darê stûr nabe gopal.
- Darê xwe bike şeş, da agir bibe xweş.
- Darekê digire, hezar devî dihejîne.
- Darî xwar e, hostayî rast e.
- Dasa pale nayê dizîn.
- Dawet bê xwedî xweş nabe.
- Dawet ferikî berbû hetikî.
- Daweta duduyan e, girê hemûyan e.
- Daweta mîran, agir ketiye feqîran.
- Dawîanîna baş ji destpêkirina baş çêtir e. Ovidius
- Dawiya şevreşê tim heyveron e.
- Dayik yar e, bavik rêber e.
- Dayika dizan du caran dizê; carekê ji kêfan, carekê ji tirsan.
- Dê û bav bi tesadufî, hevaltî jî bi neqandinê peyda dibin. De Lilie
- Deftera mirov li pişt mirov tê xwendin.
- Dehan ji xwe re, yekê ji hevalan re bibêje.
- Dehê xwe bêje, yekê hevala bêje.
- Dem bi demê re, her dem xwedê re.
- Dem heye mirov çiya li pişt dike, dem heye mirov nikare qirşê ber lingê xwe rake.
- Dem, tiriyê tirş şîrîn dike.
- Dema genim zer dibin, das bi qedir dibin.
- Dema jin diçin nav şer, şer betal dibe.
- Dema te û yekî li hev da, cihê lihevhatinê bihêle.
- Demek a kulîlkan e, demek a sosinan e.
- Demek yê gulê ye, yek yê şîlanê ye.
- Demokrasî îdara gel, ji aliyê gel, ji bo gel e. Lincoin
- Deng ji hevdû vedidin.
- Dengê defê ji dûr ve xweş e.
- Dengê defê nas dike, mala dawetê nas nake.
- Dengê ewran mizgîniya baranê ye.
- Dengê ezmana nîşana barana.
- Dengê gel dengê Xwedê ye. Alculn
- Dengê mirinê zû belav dibe.
- Derba meriv bi destê xwe li xwe xe, dermanê wê tune.
- Derdê giran barê giran e.
- Derdkêş bi derdê xwe zane.
- Derdowî pirbêj dibin, evîndar dengbêj dibin.
- Derê xelkê nekute bi tiliyan, bila derê te neyê kutanê bi mêkutan.
- Derê xwe rind kilît bike, cîranê xwe diz dernexe.
- Derew dijminê xwedê ye.
- Derew sêwî ne.
- Derewîn carekê dixwe firawîn.
- Derewîn dijminê xwedê ne.
- Derewîn iflah nabin.
- Dergê xêran ku vebû, dergê şeran tê girtin.
- Derî dar bike, malê star bike.
- Deriyê xwe dade, gundî û cîranê xwe meke diz.
- Deriyo tu dar bî, serê min star bî.
- Dermanê diranê rizî kişandin e.
- Dermanê ehmeqiyê tune ye.
- Dermanê her tiştî zêr e, ji zêr xurtir zor e.
- Dermanê xwestinê dayîn e.
- Derya bibe şîr tirk nabin eşîr.
- Dest di ser destan re ne.
- Dest didize, ling dilerize.
- Dest dike, dev dixwe.
- Destê bikêr bide ser zikê têr.
- Destê camêran nayête girtin.
- Destê dê, pêşkê qîzê.
- Destê dirêj kin nabe, destê kin dirêj nabe.
- Destê dizan bi dizan nayê birînî.
- Destê dizan rast naçe paşilê.
- Destê diziyê tû caran nasitire.
- Destê helewxuran kivş in.
- Destê ku carek şikest, wek berê nacebire.
- Destê li bin beriyê, destê li ser destiyê, destê li ser gorekê ye.
- Destê li bin derî ye, bikêşî wê bimerite, nekêşî wê biherişe.
- Destê merdan dermanê derdan.
- Destê merdan kin nabe.
- Destê meriva nebe rêx, devê meriva nabe rûn.
- Destê min diz e, dilê min dilerize.
- Destê pilavxwaran kivş in.
- Destê tenê şêrê zozanan be, deng jê nayê.
- Destê tu nikarî gez bikî, tê maçbikî.
- Destek destê din, herdu dest jî rûyekî dişon. John Florio
- Destên dizan rind naçine paşka wan.
- Destiyê bivir ne ji darê be, darê nabire.
- Destpêkirin, nîvdawîanîn e. Horatius
- Dev dixwe rû fedî duke.
- Dev dixwe, çav şerm dikin.
- Dev heye şahî û kenî, dev heye qehr û barî.
- Dev nerm e, pişt hişk.
- Devan bi çerm re dixwe, dilê xwe bi mêşê têşîne.
- Deve belawela ne, guhê wan li ser hev in.
- Devê çavê xwe girt û kete nev pembû, wî tirê kes nabîne.
- Deve çiqas dûr biçêrin guhê wan ser hev e.
- Devê di kodikê de nayê avdan.
- Deve hate perekî, ew pere jî tûne bû.
- Devê nal dikirin, rovî çû got: “pepê min jî.”
- Devê re sol dikirin, jûjî got: “pepê min jî.”
- Dewlet ji malê zengînan re bekçî ye.
- Dewsa ku em li stiriyên gulê bifikirin û li ber kevin, divê em kêfxweş bin ku gul dikare di nav stiriyan de bibişkove.
- Deyn deryayeke bêbinî ye. Carlyle
- Deyn feqîriya herî xerab e. M. G. Lichtwer
- Di bin vê rûpoşkê de ji goşt zêdetir tişt hene. Di bin vê rûpoşkê de ramanek heye, û raman guleyan derbas nake! – V for Vendetta-
- Di çavên jinê de mêr împerator e. Byron
- Di dinyayê de du tişt hene ku ez dixwazim û jiyanê bi min dide hezkirin; evîn û azadî. Di ber evînê de pêwîst be ez ê jiyana xwe bidim, lê ji bo azadiyê ez evîna xwe jî feda dikim. Victor Hugo
- Di dinyayê de hêza herî mezin spehîtî e. Anatole France
- Di dinyayê de tiştê ku pir tê guhertin awayê porşehkirina jinan e. J. Addison
- Di êşê de edalet tuneye xwarzê. Mêzîna êşê tuneye. Kes nikare bipîve êşa keseke din. Û bijî. Herî zêde di êşê de xweser e mirov. “Pêşangeha Sûretan”
- Di felsefê de ne gihîştina armancê, lê riya wê girîng e. Havelock Ellis
- Di jiyanê de hertim xweşî û nexweşî têkel e. Ludwig Tieck
- Di konên ku bavên me çêkirine de nenivin, bi dinya ku bipêş dikeve re gavan biavêjin. Mazzini
- Di rojên xweş de, li rojên nexweş jî bifikirin. Thomas Fullers
- Di tariyê de çira roj e.
- Dibe ku rexne ne tiştekî spehî be, lê pêwîst e. Ew jî mîna êşê ye, nexweşiya giyanê mirov bi mirov dide zanîn. Churchill
- Dijmin bi halê dijmin bizanibûya, çek bi xwe re nedigerand.
- Dijminê ardûyê xwe dostê nanê xwe ye.
- Dijminê biaqil ji dostê bêaqil çêtir e.
- Dijminê we yê herî mezin di nava we de ye. Hz. Mehemmed
- Dijminên bavan nabin dostê lawan.
- Dil çiqas mezin be jî, du evîn tê hilnayên.
- Dil li dil e, tune derd û kul e.
- Dil li ku be, welatheziya rastî jî li wir e. Berkeley
- Dildarê ku ne destvekirî be ne tu dildar e. Thomas Hardy
- Dilê fireh pîr nabe.
- Dilê şivan bixwaze dikare şîr ji nêrî bidoşe.
- Dilxerabî wek mar e, bi xwediyê xwe vedide. Sophokles
- Dinya bi dor e, geh li jêr geh li jor e.
- Dinya bi dor e, ne bi zor e.
- Dinya gulek e, bêhn bike û wê bide hevalê xwe.
- Dinya ku mirin tê de ye, bila kes pesnê xwe nede.
- Dinya saloneke tiyatroyê ye, yên ku perên wan hebe, ew ê li cihên baş rûnên. S. Maugham
- Divê bîranînên me yên kevin bibin hêviyên me yên nû. Arsene Houssaye
- Divê gel ji dewletê netirse, dewlet ji gel bitirse. -ji fîlmê V for Vendetta-
- Divê gul xweş bêhn bidin, jin jî biaqil bin. Victor Hugo
- Divê ji bo ku tu karibî bijî, bixwî; ne ji bo xwarinê bijî. -Cicero-
- Divê mirov nebe sebebê şikestina awirên jinekê kurê min. Ku şikest jiyan hildiweşe. Her bera pêy mirov dide. Dibe kul, dibe birîn û kurm digire, ji hundir ve dixwe canê mirov, dirizîne. Mirov nikare hilgire kurê min. Nikare. Pêşangeha Sûretan
- Divê rojên jiyanê yên nebaş hebin, da mirov bikaribe zexmî û mêrxasiya xwe nîşan bide. Senancour
- Dîwarên zexim, cîranên zexim diafirînin. Robert Frost
- Dizên bostanan mikur tên zivistanan.
- Dostê bêfêde wekî dijminê bêxesar e.