Gotinên bi tîpa G dest pê dikin
- Ga bi cila nas nakin.
- Ga bi cilan nayê naskirin.
- Ga bide gamiriyan, jin bide jinmiriyan.
- Ga bixebite ga bixwe, lê tane – tolik wê çi bixwin.
- Ga dikeve kêr lê pir dibin.
- Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe şolik.
- Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne.
- Ga ket, dûvik li xwedî ye.
- Ga li mêrga kok dibe, mele li malê miriya.
- Ga nekare, golik a kar e.
- Gamêş di sînorê xwe de xurt e.
- Gan li Gewro û cirm li Îso.
- Gana bi kîrê xelkê, bê pere ye.
- Garan ber bi mal bû, jina gavan bişuxul û kar bû.
- Garan hat zeviyê, jina gavan jî, nû bezî teşiyê.
- Garis gir dibe, serê xwe ditewîne.
- Gava bêbext di hundir de be, ga di kulekê de derdixe.
- Gava ecelê kurmorî were baskên wî tên.
- Gava mirov behsa şexsiyeta hinin din dike, mirov şexsiyeta xwe qenc davêje ortê. Jean Paul Ricchter
- Gava mirov bi serketinên mezin bêaqil nebe, mirov nefsbiçûk dibe. Aiain
- Gava mirov cara pêşî pirtûkekê dixwîne, mîna ku mirov ji xwe re dostekî nû peyda bike; gava mirov cara dudan bixwîne mîna mirov dostekî xwe yê kevin bibîne. Gelerî
- Gava mirov jiyanê û nejiyanê weke hev bibîne, hingî mirov digihîje azadiya xwe. Dostoyevskî
- Gava te dît ji te xurttir e, pê nikarî, çovê xwe deyne li hêvîya roja xwe be.
- Gava tirsonek ne di talûkê de bin, kulma xwe li ba dikin. Goethe
- Gava yên xerab bibin yek, divê yên baş jî werin ba hev, an na ew ê yek bi yek winda bibin. Burke
- Gel ji tiştên baş bêtir, baweriya xwe bi tiştên nebaş tînin. Boccaccio
- Gelî dostan, li dinyayê dost tune ne. Aristoteles
- Gelî Kurdan! Ger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. -Nûreddîn ZAZA-
- Gelo li vê dinyayê kî heye ku bawerî anîbe û nehatibe xapandin? Eliza Cook
- Generalê ku herî hindik şaşiyan dike, ew generalê herî mezin e. Napoleon
- Ger azadiya fikrê tunebe, azadiya mirovan jî tune ye. Voltaire
- Ger bawerî winda bibe û şeref bimire, mirov jî diçe. Whittier
- Ger deriyek were girtin, deriyekî din vedibe. Cervantes
- Ger dîplomatek bibêje,”erê” hûn mana “belkî” jê derxin; ger bibêje,”belkî” hûn mana”na” jê derxin… Lê ku bibêje,”na” wê çaxê ew ne tu dîplomat e.
- Ger gul nebe, stirî jî nabe.
- Ger hêvî nemîne zewqa jiyanê jî namîne. Emile Zola
- Ger hûn dixwazin bila her kes bi başî behsa we bikin, wê çaxê hûn behsa xwe mekin. Pascal
- Ger hûn pirsa pirtûka ya herî baş ku min xwendiye bikin, ez ê ji we re bibêjim: Dayika min e. -Lincoln-
- Ger mirov ji xwe pêve hinin din mînak negire, mirov bi pêş nakeve. Goldsmith
- Ger mirovan hevdu nexapandina, nikanîbûn demeke wilo dirêj bi hev re bijiyana. La Rochefoucauld
- Ger mirovatî agir nevedîta ew ê bihuşt vala bimaya. -Mihemed Şiyar Berxwedan-
- Ger navdarî piştî mirinê were, ji bo ku ez navdar bibim qet leza min tune. Martial
- Ger pozê Kleopetrayê hebekî din jî kin bûya, wê hemû rûyê dinyayê bihata guhertin. Pascal
- Ger tu dixwazî qenc bibî, bi neqenciya xwe bawer be. Epiktetos
- Ger tu nikanibî tiştê tu dixwazî bikî, tiştê tu dikanî bikî bixwaze. Terenece
- Ger tu zanibe bixwînî, tu dê bibînî ku her mirovek pirtûkek e. W. E. Channing
- Ger tu zanibî bixwînî, tu dê bibînî ku her mirovek pirtûkek e. -W. E. Channing-
- Ger yek hînî hêza gotinan nebe, hêza mirovan jî nas nake. Konfuçyus
- Gere axiriya meriya xêr be.
- Gêre bi golikan nabe.
- Gêre ji navê kurê çêkir, vêca dora navê ye.
- Gerhan derman e û risq ser piyan e.
- Geriyam dora dinê, xilas nebûm li mirinê.
- Germ e, kel û cil şerm e; sar e, kel û cil yar e.
- Germa kundir ji “qe” çêtir e.
- Gêsnê li çavê xwe nabîne, belê derziya hûr li çavê hevalê xwe de dibîne.
- Geveze nîn be, mî û gur ê tev biçêrin.
- Gewrî li dar e, dayê orxanê li min gire, min sar e.
- Gewriya qul bê risq namîne.
- Gihayê hewşê tahl e.
- Gilî ber giliya der tê.
- Gilî hate zara, wê têkeve nav mala.
- Gilî hene, gilçî tune ne.
- Gilî heye ji hezar gilî hêja ye.
- Gilî ku çû, hêdî nede dû.
- Gilî toqilê pîvazan e, ber hev der tên.
- Gilîkî wîsa bêje, sêlê nan bipêje.
- Gilîyê mêra yek e, ya “erê” ya “na”.
- Gilîyê rast bêje, bila xwedê xweş bê, bila benda xweş neyê.
- Gilîyê rastiyê bi henekî dibêjin.
- Gir be, da tu giravî be!
- Girara mêra bi hemd dikele.
- Girara pirkebanî yan şor e, nayê xwarin, yan kelî ye, bê xwê ye, nayê xwarin.
- Girara rijî, ji kêmrûnî ye.
- Girara ruhin ji kêmdanî ye.
- Girê merî bi destê xwe nexwirîne, çi feyde.
- Girêka min pişt heçê ket.
- Golikê malê ji gayê malê natirse.
- Gora hev kolandin.
- Goştê min û te tev bikutin, goştê te yê veqete, yê min ê veqete.
- Gotin rihet e, huner zehmet e.
- Gotina dirêj, mirov dike gêj.
- Gul çi ye? Ma navê wê tiştekî din ba jî qey wê evqasî ne bêhnxweş bûya? Shakespeare
- Gul ji bo bêhndayinê, agir ji bo tînê, jin jî ji bo bextiyarkirinê hatine afirandin. G. Gardony
- Gul li gulê dinhêre dipeqe.
- Gula ku zû bibişkive, zû jî diçilmise.
- Gula sûretê jinan mêr e.
- Gulan e, dew li cem hemûyan e.
- Gulan e, şingîna dasan e.
- Gund bê se nabe.
- Gund bê se nayêne parastin.
- Gund bê sergû nîn e.
- Gund bisekine, kêran dişkêne.
- Gundê xirabe weke kûçikê bê diran e.
- Gundek e, qilorek e.
- Gundek e, rindek e.
- Gur bi du pariyan namire.
- Gur bibînim, oxirê nebînim ji hemûyan çêtir e.
- Gur dûmanê digere.
- Gur hate dîhara, wey li feqîr û jara.
- Gur hate nav malan, way li halê feqîr û bê malan.
- Gur lê dixe, qijik dixwe.
- Gur pîr dibe, dibe pelêhvokê sa.
- Gur pîr dibe, dibe qeşmerê rovî.
- Gur pût e, ji baranê hebûya wê komtîlkek ji xwe re çêkiribûya.
- Gur quweta xwe bizaniya, wê dinya xirab kira.
- Gur û mîh li ser kelekê, dilê wî çû goştê wê got: “Tu çima dikî toz.”
- Guran kerê Hesen xwariye, ne gazin e, ne hewar e.
- Guran re dixwe, xwediyan re şîne dike.
- Gurê betal çû, ma bi kerê şuxul ve.
- Gurê birçî nikare bi çiyê ve hilkeşê, dibêjin: “Mîratî wisa xwarîye, bin zikê xwe de nagere.”
- Gurê di keviya mîhê de ye.
- Gurê mêşe, hîn nabe pêş e.
- Gurê, ku dijminî min nîn e, bila hezar salî bijî.