Gotinên bi tîpa X dest pê dikin
- Xebat karê herî bi rûmet e. Carlyle
- Xelkê biyanî bide wa goştê ganî her û her tu poşmanî.
- Xelkê hingiv xwar, mêşan bi me girt.
- Xerabî qencîyê nas dike lê qencî xerabîyê nas nake.
- Xewa bêhnfirehan xweş e.
- Xewa miriyan tê, xewa birçiyan nayê.
- Xeyal çavên ruh e. Joubert
- Xort ji bo ku diwestin dizewicin, keç jî ji bo ku meraq dikin dizewicin, dawiyê hemû jî poşman dibin. Oscar Wilde
- Xwarinê re xal û xarzî, şer re ap û brazî.
- Xwarziyan xal rakir, braziyan mam winda kir.
- Xwe mezin neke da tu neşikê.
- Xwe re kûsigir e, xelkê re masîgir e.
- Xwe û xwe, xwe pesinî.
- Xweda mezin e, heyfa Huso ji Mûso re nahêle.
- Xwedê baranê dide, hindî erd ragire.
- Xwedê bide, nabê tu lawê kê yî.
- Xwedê bike, meleyê çi bike.
- Xwedê çiyan dibîne, berf ser datîne.
- Xwedê çiyê dibînî berfê lê dibarînî.
- Xwedê derdê bê derman nedaye.
- Xwedê dibê: “Min dest, pê, çav dane te, pêşiya te av û agir e, xwe navêje.”
- Xwedê dujminê kesîban e.
- Xwedê dûr dike lê ji bîr nake.
- Xwedê fêla mar dizane, ji lewma dest û pê kirine zikda.
- Xwedê goşt dide mirovê bê didan.
- Xwedê gotiye: “Ji min bereket, ji te hereket.”
- Xwedê hevalê rastiyê ye.
- Xwedê ji meriv bistîne, diranê meriv pişrûkê de dişkê.
- Xwedê ku dide ser hev dide.
- Xwedê nokan dide yê bê diran.
- Xwedê paşakî mezin e.
- Xwedê qirka qul vala nahêle.
- Xwedê saxê, dilê rastê.
- Xwedê yar be, bila dinya tev neyar be.
- Xwedê yek e dergah hezar e.
- Xwedê yek e derge hezar in.
- Xwediyan dinhêrin, hespê nal dikin.
- Xwediyê bê mal heye, malê bê xwedî tûne ye.
- Xwediyê bizinekê, bizina xwe nexwar.
- Xwediyê doxînê ye.
- Xwediyê fisê bi xwe dihese.
- Xwediyê hêviya, her rovî ye.
- Xwediyê pendê dikeve kendê.
- Xwediyê sebirê mîrê Misirê be.
- Xwediyê sebirê mîrê Misirê.
- Xwediyê sebrê, melîkê Misrê ye.
- Xwediyê şerefa kîr û xeleka qûnê ye.
- Xwediyê xanî ji hemû kesî bêtir dizane ka çi di xaniyê wî de ye.
- Xwediyê xêra, rebena dêra.
- Xwediyê zêran, zêran naxwe.
- Xwekuştin, tirsonekî ye. Napoleon
- Xwelî li axê, çaxê pişkul bû malxwê.
- Xwelî li wî be, ew ê mirovên xwe bide bi xelkê biyanî.
- Xwelî li wî serî, ewê ga da bi kerî.
- Xweş dibe birîna xenceran, xweş nabe birîna xeberan.
- Xweş xeber e, belê min ne bawer e.
- Xweşdîtin dînê herî baş e. Victor Hugo
- Xwestek û kodik bi şûnde!
- Xwestin rûreşîk e, nedan du rûreşî ye.
- Xwîn bi xwînê nayê şûştinê.
- Xwîn nabe av.
- Xwîna meriya winda nabe.
- Xwîna xwînrêjan ne pak e. Baraccio