Gotinên bi tîpa T dest pê dikin
- Ta, ji mirinê çêtir e.
- Tajî bi kotekî nêçîrê nake.
- Tajî dibêje ya Ellah û kêrvoşk jî dibêje ya Ellah.
- Tajî wekî bi zor here nêçîrê, nêçîr nabe.
- Talanê êvar de, berfa sibê de, bila pêşiya dujminan de be.
- Talanê mêrû ye, liva cehî ye.
- Talaş gurê gantir biha ye.
- Taldê şêran ji sîtara roviyan çêtir e.
- Talîhê xelkê reş e, talîhê min reş û beş e.
- Tariyê de çire, ro ye.
- Te şilk jî divêt û te kutilk jî divêt.
- Tê sotin lê nayê gotin.
- Tê sotin û nayê kotin.
- Têjkên şêran şêr in.
- Têlekî dikişînî sed pîne jê dikeve.
- Temen jî mîna evînê ye, nayê veşartin. Thomas Dekker
- Têrxwarina yêtîman roja eyda ye
- Terziyo! Malan barkir, got: “Derziya min serê min re ye.”
- Teyr bi çengan difirin û mêr bi mêran dixurin.
- Teyr bi refê xwe, mirov bi koma xwe.
- Teyr difire bi baskên xwe.
- Teyr difire hefsûrê xwe digire.
- Teyr hemû dujminê kewê ye, kew bi xwe dujminê serê xwe ye.
- Teyr heye, ku mirov jê goşt dixwe, teyr jî heye ku mirov goşt didê.
- Teyr xweş e, refê xwe re.
- Teyrê goyin hertim bişev dinale.
- Teyrê nêçîrvan nukulê wî kêr e.
- Teyrikê wît wîtanî te mala xwe xirab kir, te ya min jî li ser danî.
- Ti tişt wek rondikan zû ziwa nabin. -Cicero-
- Tif kirine begê, li wan keniya, got: “Rûyê min ji ava behrê şil nebûyê, ji tifa we wê şilbe.”
- Tifa li ser evraz e.
- Tifaqa gundekî der tê, ber êlekî disekine, tifaqa êlekî der tê ber padşakî.
- Tifaqa meriyan çiyan werdigerîne.
- Tifaqa mûrya çiyan dixeşibînin.
- Tifing hat, mêranî hilat.
- Timayî dibe kêmayî.
- Timayî rê mayî.
- Tira te bi te xweş e.
- Tirs, ji nezaniyê dertê. Emerson
- Tiştê çû nede dû.
- Tiştê ecêb li ba jinan, ne bêî wan, ne jî bi wan re mirov dikare bijî. Byron
- Tiştê ku em ê di şer de bi kar bînin, divê em di aştiyê de amade bikin. Syrus
- Tiştê ku min nakuje, min bi hêz dike. -Nietzsche –
- Tiştê ku mirovan birîndar dike, rastî ye. Napoleon
- Tiştê ku tu rast dibînî bike; te divê bila dinya xerab bibe. Herbert
- Tiştê ku wê di pêş de zehmetiyê bide te tevlî jiyana xwe meke. Emile Zola
- Tiştek heye ku ez dizanim namire, ew jî raman e. Meredoth
- Tiştekî spehî her tim ne baş e, lê tiştekî baş her tim spehî ye. Ninon de L’Encios
- Tolhilanîn şêrîn e. William Paintier
- Tolhilanîn, gotineke ku bi mirovatiyê re têkiliya wê tune ye. Seneca
- Tu ba alîkariya keştiya bêarmanc nake. Montaigne
- Tu dibêjî ku ez ê sibê bibim mirovekî herî cûda. Tu çima ji îro dest pê nakî? -EPIKTETOS-
- Tu ji hêzê hez dikî. Wekî her jinê. Lê hêz berê serê jinê dixwe. Divê tu vê bizanibî. Pêşangeha Sûretan
- Tu kesî ji mêraniyê xesar nedîtiye.
- Tu mêvan ji sê rojan zêdetir nayên kişandin. Plautus
- Tu pirtûkên baş bi carekê ve rûyê xwe yê rast nîşan nadin. Carlyle
- Tu rû wek rûyên ku bi hêsirên çavan têne şuştin pakij tune ne. Shakespeare
- Tu tişt mîna jiyanê ne bi qîmet e. Euripides
- Tu tişt weke hêstirên jinan zû ziwa nabe. Thomas Fuller
- Tu tişt weke xeyalên mirovan azad tune ye. David Hume