Gotinên bi tîpa B dest pê dikin
- Ba bê şebeşa bidêr, ba neyê guh bidêr.
- Ba çawa tê bênderê, welê bide bayê.
- Ba dîwarê derva dixe.
- Ba hat, baran jî bi xwe re anî.
- Ba ji tahtê çi dibe?
- Ba vî alî dixe, wî alî re derbaz dike.
- Bajarî li erdê narî.
- Ban qul e, bin ban şil e.
- Banê me yek ban e, alîk deşt e, yek zozan e.
- Bar min na êşîne, binbar min diêşîne.
- Bar min na êşîne, serbar diêşîne.
- Bar neçe ber ker, ker diçe ber bar.
- Bar neçe ber kerî, ker diçe ber barî.
- Baran dibarê, erd pesnê xwe dide.
- Baran dibare, xwediyê zeviyê re kar e.
- Baran disekine ga bi cil dike.
- Baran ji ewrê reş tê, kar ji dilê xweş tê.
- Baran tê, erd pesnê xwe dide.
- Barana havînê şil kir bin kulînê.
- Barê bi aqila, pişta kêm aqila.
- Barê dinê li mêr e, barê mêr li jinê ye.
- Barê haceta kes nikare rast bike.
- Barê keran tiving bin jî, dîsa gur wê wan bixwin.
- Barê kerê çiqas giran be, guhê wê dilipitin.
- Barê kerê çiqas giran jî be, dîsa guhên wî dilivin.
- Barê ketî kesek ranake xeynî xwediyê wî.
- Barê serê bê aqil ling dikişînin.
- Barek çek li kerê bike û bişîne çolê, dîsa jî dê gur wê bixwin.
- Barek dirav yan barek derew.
- Barek pirtûk li kerê bikî, ker dîsa ker e.
- Bav divê kur jê çêtir bê, seyda divê şagirt jê jîrtir be.
- Bav ji aş tê, kur jê qise dike.
- Bav ji êş tê, law pirsa bajêr jê dike.
- Bavê bêqîz, wekî çiyayê bêav e.
- Bavê mirov pişta mirov e.
- Bavê qîza, wekî rûnê hîza.
- Bavê rezek da lawê xwe, lawê gûşîyek tirî ne da bavê xwe.
- Bavê xwe kuştiye, gorê sond dixwe.
- Baveke, beramberî sed mamosteyan e. George Herbert
- Bavo, min bivirek dît! Kanê? Got: “Min winda kir.”
- Bawerî dewama êqil e. William Adams
- Bawerî hêza jiyanê ye. Tolstoy
- Baxçê gulan, para bêaqilan.
- Baxê bêgul, kirasê bêmil.
- Bayê germ bayê baranê ye.
- Bayê gurgurî weke jina virvirî.
- Bayê kur bê mirad e.
- Bayê mirov rabe şebeş ba dike.
- Bayê rojava bayê bênderan e.
- Bayê sibê mirovan nexe, yê êvarê hêç e!
- Baz bi bazan, qaz bi qazan, mirîşka kor bi dîkê kulek re.
- Bazar bila li şûvê be, ne li pê berê be.
- Bazara malê û bajêr li hev nake.
- Bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zalima xwar neke.
- Bê dev, xeber nayên tev.
- Bê nan û dew, xeber nayê hev.
- Bê qatix şîr havên nagire.
- Bê xwedê dibe, bê xwedî nabe.
- Bê zurne direqise.
- Bêdengî jî celebekî hunera peyvê ye. Hazzlitt
- Bêdera bê xwedî ji mirov re nabe bêder.
- Bêdera dereng nabe xurê xwedî.
- Bêdera ku çêlek ser bigere, ew çi bêder e?
- Bedewê çav kil kir, dilê xortan tev kul kir.
- Bedewiya mirov ulm û marîfeta mirov e.
- Bedewiya mirov; ilm û marîfeta mirov e.
- Beg timî xwînxar in.
- Bêhevaltî dibe, lê bêcîrantî qet nabe. Thonas Fuller
- Behir, bi devê se nalewite.
- Behîşta ez tê de nebim, bila ker tê de vegevizin.
- Behîşta, ku sofî lê hebe, xêra wê behîştê tûne.
- Bêhna fire, herkes digehê mafê xwe, bêhna teng xwediyê xwe winda dike.
- Bêhna fireh ji qelsî ye.
- Behr, bi devê san pîs nabe.
- Behra şîn e, av tê nîn e.
- Behsa gura dikin, gur hazir in.
- Bêîmkanî gotineke ku tenê di ferhenga bêhişan de tête dîtin. Napoleon
- Bêje rast, razê rast.
- Bêje, bêje, zimanê te dirêj e!
- Bêjin lal e, nebêjin tiral e.
- Bejin tît e mal mescît e.
- Bejn biriqî, dil xeriqî.
- Bejnê zêr e, dilî ja re.
- Bela xelkê ji çol û çiyan tê, ya min jî, ji ber lingê min tê.
- Belayê newe, newe, dema tu hatî, li ser sera û li ser herdu çavan.
- Belayeke pir mezin bi sebreke biçûk derbas dibe.
- Belê! Çavên reş û belek min ji te re kilda ne.
- Beledê malê ne xerîb e, kesê gund e.
- Belgiyê pêşîn zêde ye.
- Bend ji bendê tê naskirin.
- Bendê bêkes jê re nabêje bes.
- Bendê bêkes, derheqa wî nakin bes.
- Beniştê dînan ji ritlê ye.
- Benîştê mêrê pîs, çîroka mêrê qenc e.
- Beq çav li çêlekê ket, zikê wê teqiya.
- Beq nequre, wê bidire.
- Beq nikare cot bajo.
- Ber baranê revî, li zîpikê qelibî.
- Ber baranê revîm, ber zîpikê ketim.
- Ber bayê çû ber barovê.
- Ber defa bêdeng direqise.
- Ber derxûn nabe, kefa destan mû lê şîn nabe, zayina qantiran tûne.
- Ber goştê çûyî nakeve, ber pêpikan dikeve.
- Ber goştê miyê nakeve, ber serpiyan ketiye.
- Ber ji besta xilas nabin.
- Ber kerê re derbas dibe, cehşikê jê didize.
- Ber li ciyê xwe giran.
- Ber li ciyê xwe rind e.
- Ber li serî yan, ser li berî, her serî wê bişkê.
- Ber qenciyê qencî, şuxulê herkesî ye; ber xirabiyê qencî, şuxulê mêrê çê ye.
- Bera dilan ber e.
- Beranê bisko be, bila di nav pezê bavo de be!
- Beranê zivistanê mîna ava pizdanê.
- Berberî û nanê genim li cem hev nabe.
- Berdana jinê, edeta dinê.
- Berê biedilîne paşê bixemilîne.
- Berê biedilîne, paşê bixemilîne.
- Berê bixwe, paşe bişêkirîne.
- Berê darê, darê deximilîne.
- Berê dest desta dişo, paşê vedigerin herdû çavan dişon.
- Berê em radizan ku em xewnên şêrîn bibînin. Aniha xewna me ye ku em xewek şêrin bibînin.
- Berê giran li cihê xwe giran e, gava qeliqî ne bi du perane.
- Berê guhdarî bike, paşê biaxive.
- Berê guhdarî ke, paşê xeberde.
- Berê gul bû, baranê lêkir şil bû.
- Berê havînê bavêje kulîn e.
- Berê şekir û şîr, paşê şûr û tîr.
- Berê xeber bibêje paşê birêje.
- Berê xeber de, paşê bikene.
- Berefkir ji deriyan, da xêra miriyan.
- Berf bi fila xwe nahele.
- Berf çiqas bibare jî namîne ji havînê re.
- Berf diçe, erd dimîne.
- Berf dihele, çiya dimîne.
- Berf hatiye, ku ling bicemide.
- Berf heliya ling weşiya.
- Berf hevîrtirşê erdê ye.
- Berf ketiye, ling dê bişewite.
- Berf li çiyan dibare.
- Berf li çiyê dikeve, lingê mirov dicemide.
- Berfa ber bi êvarê, qirê tîne li debarê.
- Berfa hûr xwe avet ranê stûr.
- Berga şuxula bigire hê ne qewimiye, wexta qewimî, hedî çi feyde!
- Berî baranê ba ye, berî mirinê ta ye.
- Berî ez kal bibim min jiyaneke baş dixwest, piştî ez kal bûm jî ez mirineke baş dixwazim. Seneca
- Berî min wext tunebû, piştî min jî wext ê nebe. Wext bi min re dest pê dike û bi min re diqede. -Siya Evînê-
- Berjêr tûkî rîh e, berjor tûkî simbêl e.
- Bersiva kerîtiyê bi keritî nayê danîn.
- Bertîl bera (kaviran) nerm dike.
- Berû da bizinê dest avêt qaçikê.
- Berû ji darê ketiye û dar nenasiye.
- Berû ji kovikê der e.
- Berû wê ji ber qelpuçka xwe derê.
- Berva şerê sibê here, berva xêra êvarê mere.
- Berx heta hetayî, bin selikê nabe.
- Berx li berên tê.
- Berxa ber miyê, weke beranê bêriyê.
- Berxa Xwedê xwedî bike, gur naxwe.
- Berxê çê di kozê de kivş dibe.
- Berxê çê di kozek de çêye.
- Berxê çê, li ber malê melûm dibe.
- Berxê jîr, du maka dimije.
- Berxê mirî ji gur natirse.
- Berxê nêr, her bo kêrê ye.
- Berxê sêwî, nabe beran.
- Berxik teslîmî gur kirine.
- Bet çiqas kok dibe, ewqas cîh lê teng dibe.
- Betalî, xirab malî.
- Bexdayê jî xurme zef in, ji me re çi ye!
- Bext kela mêra ye.
- Bext nadim bi text.
- Bextê dê, cihêzê qîzê.
- Bextê mêra ji mêra naçe.
- Bextê mêra zêr e.
- Bextê mêran gûza pûç e, pira şikestî ye.
- Bextê meriya hebûya, çavekî meriya bila tûne bûya.
- Bextê pêşîn, warê hêşîn.
- Bextê reş mirov dike nexweş.
- Bextê reş tim yê xwedî ye.
- Bextiyariya yekî hertim di destên yekî din de ye. Jane Austen
- Bêxwedê be, ne bêxwedî be.
- Bêxwedê dibe, bêxwedî nabe.
- Beza bergîlê zû xelas dibe.
- Beza hespa namûsa sîyaran e.
- Beza pisîkê heta kadînê ye.
- Bezê spartiye pisîkê.
- Bêziravo û emrdirêjo.
- Bi alastinê zik têr nabe.
- Bi aqilê vala tu nagihê hevalan.
- Bi aqilê vala tu nagihî hevala.
- Bi bêhna fireh bêsîre dibe doşav.
- Bi bêjingê dan hev, bi seradê belav kirin.
- Bi benê dînan danekeve bîran.
- Bi çav givaştinê çav teng nabe.
- Bi çi awayî be bila be, bizewicin. Heger jina we baş derkeve, hûnê bextewar bijîn. Na heger xirab derkeve, wê hûnê bibin fîlozof. -Sokrates-
- Bi ciwanî bike, bi pîrî bixwe.
- Bi darê zorê muhbet nabe, darê zorbetiyê zû dişke.
- Bi destan bide û bi lingan pey bikeve.
- Bi destê nemerdan neçe, bila sêlav te bibe.
- Bi destê rastê dayîn, bi destê çepê stendin.
- Bi destên xwe mala xwe xirab kir.
- Bi dilê kalan qîzê bistîne, bi dilê xortan jî hespê.
- Bi dilopên baranê behr tijî nabe.
- Bi dinê bişêwir, bi aqilê xwe jî bike.
- Bi elba mezin mede xelkê, bi elba biçûk bide xelkê.
- Bi findiqê bi derê cîrana xist, ewê bi gurmistê li yê te xînî.
- Bi fîta Hesnê Hewêrî.
- Bi got got mirov naçe cot.
- Bi gotinan zîv nabe zêr.
- Bi gur re dixwe bi şivan re digrî.
- Bi gur re dixwe, bi şivan re digere.
- Bi gur re dixwe, bi xwedî re şînê dikişîne.
- Bi gurmistê dibeze şûjinê.
- Bi heçêta kurkê dixwe virkê.
- Bi her kesî re bide û bistîne, bi hindik kesan re têkiliyan deyne, yê ku tu bixwazî baweriya xwe pê bîne jî baş biceribîne. Washington
- Bi ilmê mele bike lê bi emelê wî neke.
- Bi ilmê melê bike, bi emelê wî neke.
- Bi kerê nikanî, dibeze kurtên.
- Bi kevçî kom kir, bi heskê bilav kir.
- Bi kulma xwe ber jor nabe, ji toza be çav kor nabe.
- Bi kulman neçin dirêşê.
- Bi meqesa xwe bibire, bi derziya xwe bidirû.
- Bi mêrxasî bipeyive, rastiyê bibêje da ku şeytan fedîkar derkeve. Eaumont û Fletcher
- Bi min xurto û li min xurto.
- Bi nanekî nandar nabî, bi darekî mêrxas nabî.
- Bi nermî mirov maran ji qulê derdixine.
- Bi nukulê xwe biçêre, bi piyê xwe bigere.
- Bi peyvê sifir nabe zêr.
- Bi pirsê mirov diçe mala xwedê.
- Bi pirsê mirov diçe Qudûsê.
- Bi pirsê mirov diçe Şamê.
- Bi pirsê tê bigîhîjî Qersê.
- Bi qasî xwe bixwe, bi qasî xwe biaxive.
- Bi rawestina li keviya behrê û bi temaşekirina avê hûn nikarin ji behrê derbas bibin. -R. TAGORE-
- Bi revê mirov nikare ji ûjdanê xwe xilas bibe. Ûjdan ji mirov bezatir e. Pêşangeha Sûretan
- Bi şev rêwî li riyan, qeda li ber piyan.
- Bi şev şemamok e, bi ro pîrebok e.
- Bi silavan hec qebûl nabe.
- Bi tajiyê xelkê neçe seydê.
- Bi tajiyê xelkê nêçîr nabe.
- Bi tekbîr dikolin bîr.
- Bi tenê yên mirî û yên kêmaqil fikrên xwe naguherin. Lowell
- Bi tifinga xelkê mêrani nabe.
- Bi vê qûnê tu nagihîjî Meyqûnê.
- Bi werîsê xelkê nekeve çalê.
- Bi xatirê xatiran xelk diçin ser olê kafiran.
- Bi xazya, dest nagîhîje baqê keziya.
- Bi xebera xweş mar ji qula xwe derdikeve.
- Bi xeberdana nerm mar ji qulê tê der.
- Bi xeberekî dikarî dilê sed mirovan ji xwe bihêlî, lê nikarî dilê mirovekî bikirrî
- Bi xweziya, dest nagihê baqê keziya.
- Bi ya mezinan bike, cejnek berî te xwarine.
- Bi zanayan re keviran bikêşe, bi nezanan re girarê jî nexwe.
- Biçe Bîtlîs wê bilîz.
- Biçe mêvaniya dijmin lê çeka xwe li mal ji bîr neke.
- Biçe ser kaniyê wê zuwa bibe.
- Biçûk kevir bavêje çalê, mezin nikare derxîne.
- Biçûk li ciyê xwe, mezin li ciyê xwe.
- Biçûkan mezin, mezinan jî biçûk nekin.
- Biçûkayî dibe “hêk”, mezin dibe, dibê “qaqê”.
- Biçûkê malan kûçikê malan.
- Bide, netirse; bistîne, şerm neke.
- Bihar bi kulîlkê nayê.
- Bihar hat, rûmeta kincê zivistanê hilat.
- Bihar hat, zivistan hilat.
- Bihar keçek ciwan, havîn dayikek, payiz jinebiyek, zivistan jî dêmariyek e. Gotineke Poloniyan
- Bihara paşîn bihara mirovan; bihara pêşîn bihara heywanan.
- Bihara pez, havînê rez, payîzê agirê dara goştê bez, ziwistanê jî ez.
- Biharê pez, payîzê rez, zivistanê ez.
- Biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe.
- Bihîstiye Hindo miriye, nizane kî derê miriye.
- Bîhna dê ji xaltîyê tê.
- Bîhna kiz tê mala diz.
- Bike lê nebêje.
- Bike zehmet, bixwe nemet.
- Bikin mîna şêran, bixwin mîna mêran.
- Bila avis be, bila bi derengî be.
- Bila avis be, kêngê dizê bila bizê.
- Bila baş be, bila dir be.
- Bila ber siya rovî nîn be, bila şêr te bixwe.
- Bila bi dil be, bila bi kul be.
- Bila bibêjin bêar e, lê bila nebêjin jar e.
- Bila bihur be, bila kûr be.
- Bila bîr be, bila kûr be.
- Bila boxeyê yek rojê bim, ne ku çêleka sed salî bim.
- Bila çavekî mirov tune be, bila bextê mirov hebe.
- Bila çê be, bila keça sê be.
- Bila dar bikeve, ber kuda ve.
- Bila dijminê mêra şêr be, ne rovî be.
- Bila dil bi dil be, bila welatê dûr be, bila tûrê parsê li mil be, binê tûr jî bi qul be.
- Bila dil bi dil be, kirasê caw li mil be.
- Bila dil bi dil be, lihêf ji heft cihî qul be, balîf jî kevir be.
- Bila dilê min dil be, bila kirasê mû li min be.
- Bila dilê min dil be, bila tûrê parsê li milê min be.
- Bila dilê mirov xweş be, bila balgiyê serê wî ji kevir be.
- Bila dilî bi dil be, bila ji welat dûr be; li piştê tûrê parsê, binê tûr jî qul be.
- Bila dilî bi dil be, lihêf bi heft ciya qul be û balgî kevir be.
- Bila dilî bi dil be, tûrê parsê li mil be.
- Bila diz hebin, şevereş gelek in.
- Bila girtiyê girtîgehê be, ne miriyê gorê be.
- Bila gur gur be, bi pêşda kera min bixwe.
- Bila helaw şêrîn be, bila mirî gor bi gor.
- Bila heqê me heq be, li ser perê teyrê baz be.
- Bila hindik be, bila rindik be.
- Bila hingiv hebe, firaq ji Bexdayê tên.
- Bila keç be, bila pîr be.
- Bila kûçik neçe ber çûçik.
- Bila kurikek bibe, navê qîza lê bibe.
- Bila lawkê min lawîn be, bila kirasê wî cawîn be.
- Bila mê be, şîr qismet e.
- Bila mêrê min siyar be, bila deyndar be.
- Bila mêrî mêr be, bila hazara deyndar be.
- Bila merî xwediyê qedir be, ne bin siya qedra be.
- Bila meriv ji tidarekê nemîne, tidarek ji mirovan bimîne.
- Bila meriv mêr be, bila rojekê li dinê be.
- Bila mirin hebûya, kalbûn tûne bûya.
- Bila mirov bêtext be, lê ne bêbext be.
- Bila mirov bixwe xwedî rûmet be ne di bin siya yê bi rûmet de be.
- Bila mirov deyndarê dewlemenda be, ne yê teze pêkhatîyan be.
- Bila mirov dîkê rojekê be, ne mirîşka sê salan be.
- Bila mirov mêr be, kelemê ber çavê neyar û dijminan be.
- Bila mirov se be, ne ker be.
- Bila mirov xundar be, deyndar nebe.
- Bila namûsa meriya cîh be, bila pariyê meriya nîv cîh be.
- Bila namûsa mirov li cih be, bila pariyê mirov nîv be.
- Bila nêr be jî bizê, mê be jî bizê.
- Bila parî xwe bi rûn be, serî xwe bixwîn be.
- Bila rê be, bila dûr be, bila bihur be, bila kûr be.
- Bila rê be, bila dûr be.
- Bila rûyê mirov biêşe, dilê mirov neêşe.
- Bila rûyê mirov biêşe, ne dilê mirov biêşe.
- Bila şêr pişta mirov bişkîne, ne rovî devê mirov balêse.
- Bila şerê rokê be, ne roviyê salekê be.
- Bila şerê şûvê be, ne qopqopa bênderê be.
- Bila serî hebin, kum zef in.
- Bila şîn di milan de be, şer ne di malan de be.
- Bila sitqê meriya sax be, lingê meriyan li keviran nakeve.
- Bila xirabî ne aliyê min de be, bila aliyê dijmin de be.
- Bila xwedê yar be, dinya hemû bila neyar be.
- Bila xwîndar bim, ne deyndar bim.
- Bila xwîndar bim, ne ku deyndar bim.
- Bila yê dehê li ser yê nehê be.
- Bila yek be, bila pak be.
- Bila yek be, bila xêr be.
- Bila zikê mela bel be, bila gîha û pel be.
- Bila zikê min têr be, bila bi qalikê dêr be.
- Bilind firî nizm ket.
- Bilind firîm, jêr de ketim.
- Bilind nefire, tu yê nizim bikevî.
- Bilind nenêre, nizm nekeve.
- Bilûra li ber ga ye.
- Bipirse, netirse.
- Bira bira ye, bazar cuda ye.
- Bira bira ye, bazar xûya ye.
- Bira bira ye, miamle cuda ye.
- Bira pişta bira kela ye.
- Birader biradertî, bazar bazartî.
- Biratî bi rastî.
- Birayê ne ji makê, nabe pisê malekê.
- Birçîbûn ne brayê herkesî ye.
- Birîn xwe dêşîne.
- Birîna hevalan tîra kendalan.
- Birîna kînî kûr e.
- Birîna meriv bi xwe nexurîne, rehet nabe.
- Birîna min, min keder tê.
- Birîna qama qenc dibin, dewsa xebera sax nabin.
- Birîna sê re goştê sê derman e.
- Birîna xeberan ji birîna şûr xirabtir e.
- Birîndar êşa birîna xwe dizane.
- Birûmetî diyariya bext e. Cicero
- Birûyê min şe dikî, lê çavê min derdixî.
- Bitirs ji ava sekinî.
- Bivirvan dar birî, yê li ser serê darê guman ji xwedê nebirî.
- Bixwe mîna mêran, rabe mîna şêran.
- Biyanî bidî goştê ranî, wê bi ser te de bêt pûşmanî.
- Bizanibe cihê xwe bide yên ji xwe çêtir. Terence
- Bizanibe giliya, welat şêrîn e ji hemûya.
- Bizin bi dizî gon dixwe, eşkere dizê.
- Bizin bizin e, ciyê xwe pêkol dike, paşê mexel tê.
- Bizin bizin e, mexelê xwe yê saetekê dest û piyê xwe xweş dike.
- Bizin ketiye derdê serê xwe, şivan ketiye derdê bezê bizinê.
- Bizin kirî bi heftan, hirîya wê firot bi heştan.
- Bizin mir gir temirî.
- Bizin têr dixwe, qiloçê xwe li kendalan dixe.
- Bizin têr dixwe, stûyê xwe kendala dixe.
- Bizin wekî hestû nexwara, diran nediketin.
- Bizina bi şûnda bimîne para gur e.
- Bizina jar wexta kok bû wê stûyê xwe kendala hilde.
- Bizina kol elimiye danûkan.
- Bizina kol hîn bû danûyên şor.
- Bizina kulek, şivanê bezek êvarê tev tenê guhêrekê.
- Bizina nehletî dev lêketî.
- Bizinekê re bizinek baş e; ne kerîk pez.
- Bona xatirê xwedî mirov kevir navêje sê.
- Borîna xurta zor bor e; lê bidî wê te bibe, lê nedî tu mayî.
- Bostek bêxemî gezek xusaret e.
- Brîndar bi birîna xwe zane.
- Bû ava bin kayê.
- Bû berxê bi kapekê mezin bûye.
- Bû çala bi derziyê.
- Bû çêleka Silowê mitrib.
- Bû çêleka sor, şîrê xwe dide, dawiyê lingê xwe lêdixe dirêje.
- Bû destarê kizina
- Bû dizê pêlava xwe.
- Bû dîzka Behlûl.
- Bû findiqa ser nêrgizê.
- Bû gayê qot, mêşa ne ji xwe kiş dike, ne ji cîranan.
- Bû gola req û beqan.
- Bû kerê Bûtê, yek salî bû du kêl hilgirt, dusalî bû kêlek hilgirt.
- Bû kulîlka li derê kaniyê.
- Bû mala li malxweyê hermandinî.
- Bû mesela xal û xarzî.
- Bû mêvaniya qulîng û rovî.
- Bû niviştiya melê.
- Bû palîta bi qalikê xwe dikenî.
- Bû qantira çawiş, pêşve here bi gezê tê, paşve here bi pihînê tê.
- Bû xwesiya seyan.
- Bû, yê ku ji nexweşan re çû zebeşan.
- Bûk bi dilê zavê ye, çi pitepita pîrê ye.
- Bûk di sorikê de, dergûş di lorikê de.
- Bûk li hespê ye, hefsar li mistê ye, kes nizane qismeta kê ye.
- Bûk li hespê ye, kes nizane nesîbê kê ye.
- Bûk li ser zîn e, kes nizane nesîbê kê ye.
- Bûka apê kete kapê; bûka xalê delaliya malê.
- Bûka bi dilê zavê ye.
- Bûka malê, kevnika ser destan e.
- Bûka malê, rewşa malê.
- Bûka nenasan bûma, minê xwe bipesiniya.
- Bûka qenc nexşa malê ye.
- Bûka qenc stûna malê ye.
- Bûka salê qeşmera malê.
- Bûka xalê, ezîza male.
- Bûka xeniqandiye heft xasî, ji bilqîniya cêr tirsî.
- Bûkê li hespê ye, hevsarî li mistê ye, kes nizane qismetê kê ye.
- Bûkê tune zar-ziman, xwesiyê tune dîn-îman.
- Bûkê ziman tûne, xwesiyê îman tûne.
- Bûye xwiya hemû giraran.