Gotinên bi tîpa Ê dest pê dikin
- Ê bi zilmê be, bi zorê diçe gorê.
- Ê ji hespê ket brîndar bû, yê ji kerê ket mir.
- Ê ji xwe netirse, ji kesî natirse.
- Ê kete govendê, dê xwe bihejîne.
- Ê ku çûyî diziya hingiv, bi pêvedana mêşan qebûl e.
- Ê ku şerab bi deyn vexwar du caran serxweş bû.
- Ê mirinê bibîne bi tayê razî dibe.
- Ê negot û kir mêr e, yê got û kir şêr e, yê got û nekir kerê nêr e.
- Ê neke bi ya mezinan qiloçên wî dibin wek yê bizinan.
- Ê pir zana kêm diaxive.
- Ê pirs kir çiya xelas kir, ê pirs nekir li deştê xwe şaş kir.
- Ê qedrê xwe dizane, qedrê yê li benda xwe jî dizane.
- Ê serxweş bibe şûşeyan najimêre.
- Ê siwar ji halê yê peya fêm nake.
- Ên bi qelemê hatin nivîsandin, bi bivir nayên şikênandin.
- Ên xelkê bûn beg, ên me bûn legleg.