Gotinên bi tîpa Ç dest pê dikin
- Çav bi xwe, guh bi xelkê bawer in.
- Çav dibîne, dil dihewîne, aqil lê dixe werdigerîne.
- Çav ji çavan şerm dike, bertîl keviran nerm dike.
- Çav ji xwe, guh jî ji yên din bawer dike. “Gotinek Elmanan”
- Çav li deriyan, xwelî li seriyan.
- Çav tirsonek e, dest û ling mêrxas in.
- Çav xinamê xwe nasdike.
- Çav xismê xwe nasdike.
- Çav, ji bilî xwe her tiştî dibîne. Thomas Fuller
- Çav, pencereya ruhê mirovan e. Du Bartas
- Çavê derîgirtiyan jî li yê derîvekiriyan e.
- Çavê kor rondikek jî jê bê baş e.
- Çavê kul ji çavê kor çêtir e.
- Çavê li deriya xwelî li seriya.
- Çavê minî kor nenêre, bextê min binêre.
- Çavê nalbendan li simê hespan e.
- Çavê te kê derxistî? Merivê min derxistî; loma kûr derxistî!
- Çavê tirsiyayî zû xwelî dikevê.
- Çavek kor be mirov destê xwe dide ber ê din.
- Çavên herî xweşik, carinan çavên herî derewîn in. Victor Hugo
- Çavên zîl, di bin kayê dê jî dibînin.
- Çawa dirise wîlo badide.
- Çawa sûk e, gaz biçûk e.
- Çawa sûk e, wisa jî bûk e
- Çax ji çaxê fedî nake.
- Çaxê biçûk bûm, ji mezina ditirsiyam, mezin bûm, ji biçûkan ditirsim.
- Çaxê nêçîr tê guyê tajî tê.
- Çê kiro bi xwe kiro, xirab kiro bi xwe kiro.
- Çêjika guran ji mirovan re nabine bav û bira.
- Çek ne ya hemû kesî ye, lê nevs ya hemû kesî ye.
- Çeka ne baş di dest xwediyê xwe de diteqe.
- Çel heravî nikarin rûtekî bişêlînin.
- Çêl û dotin, kezwan û kelotin ne vêk ketiye.
- Çêla belek dûra mala ya çeleng.
- Çêleka belek, dûrî mala çeleng.
- Çêleka rêxazî navê garanê xirab dike.
- Çêleka vijoker garanekê diherimîne.
- Çêlekê didoşe Xatê, to didine Fatê.
- Çêlekê rîtiye bi destiyê bivir ve.
- Çêlekek rîxo garanê dilewitîne.
- Çem tim nayê ku qirş û qal li ber nayê.
- Çend pitir e, çêtir e.
- Çerçî helawa xwe naxwe.
- Çermê golikê li ber me, wê xwedî were bi ser me.
- Çerxa felekê geh li jêr e, geh li jor.
- Çerxa felekê geh li jor e geh li jêr e.
- Çi biçinî tu yê wê hilînî.
- Çi bixî kiwarê ewê bê xwarê.
- Çi di hûr de, di tûr de.
- Çi diçe ji bêx diçe, ji baxvan çi diçe.
- Çi kesê ku ruhê netewayetî pê re tune be, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike. -M. Mistefa Barzanî-
- Çi ku havînê şîn dibe, ew zivistanê lazim dibe.
- Çi tê serê mirov, ji zimanê mirov tê serê mirov.
- Çilkek – milkek.
- Çima razêm newala kaş, çima, bibînim xewne şaş
- Çima razêm newala kûr, çima bibînim xewna dûr.
- Çima rihê kur nakî? Got: “Dilê min bi qûnê nexweş e.”
- Çiqas bilind firî, ewqas xwar dikevî.
- Çiqas çiya bilind bin, pê lê dikevin.
- Çiqas dibî mîr, xwedê meke bîr.
- Çiqas dinê bimînî, ecêban tu yê bibînî.
- Çiqas feqîr bî, neçe ber derê axan.
- Çiqas kevira bavêjî sê, wê haqas biewte.
- Çira bê dohn, ronî nade.
- Çira ji koran re tembûr ji keran re bêfêde ye.
- Çira kesî heta sibê naşûxûle.
- Çira li ber kora ye.
- Çira xizanî ji nezanî.
- Çirhaye û dirhaye ma kî wê çi jê bike.
- Çîroka ku bera pey mirov de neqediyaye. Û çîroka neqediyayî kurmeke hundirîn e. Ger mirov neqedîne, ji hundir de dixwe mirov. Kul e. Li Dil. -Pêşangeha Sûretan-
- Çiwîka li piziyê çêtir e ji beranê berûyê.
- Çiya bi çiya nakevin, çav li çavan dikevin.
- Çiya bilind e, dorê bajar û gund e.
- Çiya çiqas bilind be, bê rê nabe; newal kûr be, bê av nabe.
- Çiya çiqas bilind be, rê rojek wê pêkeve.
- Çiya hewceyî çiyan dibin.
- Çiya ji ber çiyan bilind bûne.
- Çiya li çiyan nakevin, belê çav li çavan dikevin.
- Çiya naçe, derwêş diçe.
- Çiya rastî çiya nayê, lê meriv rastî meriv tê.
- Çiyayê bê gul, merivê bê dil, herdu jî yek in.
- Çiyayê bilind bê ba nabe, geliyê kûr bû, bê av nabe.
- Çiyayê bilind tim li ser dûman e.
- Çiyayê bilind, bê dar nabe, qîza axê bê yar nabe.
- Çiyayê bilind, bê rê nabe, newal kûr be, bê av nabe.
- Çiyayê bilind, ji cîranê xirab çêtir e.
- Çiyayên bilind, bê berf nabin, newalên kûr bê av nabin.
- Çiyayên bilind, bê mij nabin û newalên kûr bê av nabin.
- Çiyayên dihejin, xirab nabin.
- Ço ji ço vedigere.
- Çû dermanê mîzê, gû lê esirî.
- Çû heyfa dê, qûna bavê li ser kir.
- Çû ser darê, dara bin xwe birî.
- Çû vegerê, hat ji gergerê, dîsa kerê berê.
- Çûçik çûçik e, avê vedixwe jor xwedê dinihirê.
- Çûçik çûçik e, nûklê xwe li avê dide, di ser xwe re li xwedê dinêre.
- Çûkê malê, kûçkê malê.
- Çûkekî destê te çêtir e, ji deh çûkê li ser darê
- Çûn dewsa miriyan, herkes li miryê xwe girya.
- Çûn mala dewrêşa, danî ber mastê gamêşa.
- Çûn welatê keran anîn barê peran.
- Çûv stûr e, tuxûb zor e, çûv zirav e, tuxûb av e.
- Çûvê stûr ji behîştê hatiye.
- Çûye tolana, seyda hestiya digere.
- Çûyîna riya, rêberiya riyan re kivş e.
- Çûyîna riyan, bi rêberan xweş e.