Gotinên bi tîpa Ş dest pê dikin
- Şaşî di kulika mişkan de jî derbas dibe; lê rastî di deriyan de hilnayê. -H.W. Shaw-
- Şaşî di qulika mişkan de jî derbas dibe; lê rastî di deriyan de hilnayê. H.W Shaw
- Şêr jî dikane bibe deyndarê mişk.” Thomas Fuller
- Şêr şêr e çi jin e çi mêr e.
- Şerm xemla ciwanan, rûreşiya kal û pîran e. Aristo
- Şûr di têrê de nayê veşartin.
- Şûr kalanê xwe nabire.
- Şûr merîkî dikuje lê ziman hezaran.
- Şûrê hêsin tu heft salan bi pesin, wê her biçe li ser guhê gêsin.
- Şûrê meriyê mezin, li erdê namîne.
- Şûrê qetlê li destê te, belê rehma xwedê li dilê te.
- Şûrê rast du diran jahr tê de ne.
- Şûrê tazî, xwîn dixwazî.
- Şûrşam, xencer; apjin, dotmam.
- Şûşa dil ku şikest nacebire.
- Şuxul bi kirinê, ker bi ajotinê.
- Şuxul bike bi esas, ku dil neke wase-was.
- Şuxul bû dor, ocax bû kor.
- Şuxul ji min re bike, lê ji xwe re hîn be.
- Şuxul ji şêx û pîran de xirab dibe.
- Şuxul ker e, coşkê wê here.
- Şuxul pîr ke, lê ji bîr neke.
- Şuxulê bi usûl, him bi xwedê xweş tê, him li resûl.
- Şuxulê havînê, zivistanê dikin.
- Şuxulkirê xwe be, şêrînê Evda be.